• Sunday, 19 May 2024
logo

Hunermend Seîd Yûsiv koça dawî kir

Gulan Media February 27, 2020 Hunerî
Hunermend Seîd Yûsiv koça dawî kir
Hunermendê naskirî yê kurd Seîd Yûsiv roja çarşemê 26.02.2020an li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê koça dawî kir.

Ligor zanyariyên ji dost û hevalên hunermend Seîd Yûsiv wergirtiye îro destê sibehê li nexweşxaneya Avrasya ya Stenbolê Seîd Yûsiv koça dawiye kiriye. Hunermend Seîd Yûsiv zêdetir ji 6 mehan li Stenbolê ji ber nexweşiya şêrpenceyê tedawî dibû.

Seîd Yûsiv kî ye?

Hunermend Seîd Yûsiv ji bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye û di sala 1947an da ji dayik bûye. Yûsiv bi sedan kaset tomar kirine û bi sedan stran tomarkirine. Li amûra bizqê dide û li Rojavayê Kurdistanê weke “Mîrê Biqê” jî tê naskirin. Dengê wî li nava hemû kurdan belav bûye.

Li cihanê jî gelek xelat standine. Hin xelatên Seîd Yûsiv standine wiha ne:

- Wêneya wî li ser pûlekî - tabi ekî ji aliyê zanîngeha Opsala ya Siwêdê hatiye danîn.

- Sêleke zêrîn ji saz û awazên wî ji aliyê rêxistina Çand û Hunerê ya Yonisko ve hatiye belav kirin.

- Peykerekî Bronzî ji aliyê Enistutuyeke Mûzîkê ve li Nerwicê jê re hatiye çêkirin.

- Wekî rêzgirtin hikûmeta Turkiyê Regezname – Cinsiya Turkiyê daye Seîd Yûsif.

- Li gorî tembiya mûzîkjenê ereb yê navdar Mihemed Ebdilkerîm, Bizqa wî ya taybet jib o hunermend Seîd Yûsif hatiye diyar kirin.

Basnews
Top