• Sunday, 19 May 2024
logo

Hunermendeka kurd li Swêdê canê xwe ji dest da

Gulan Media February 16, 2020 Hunerî
Hunermendeka kurd li Swêdê canê xwe ji dest da
Hunermendeka kurd li Swêdê ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, hunermenda kurd ya bi navê Berîvan Alp pêr li paytexta Swêd-Stokholmê canê xwe ji dest da.

Tê gotin ku ew hunermenda kurd, ku xelka Bakûrê Kurdistanê bû, demek dirêj bû nexweş ketibû û dihat dermankirin.

Berîvan Alp ji salên 1980î de di nav karên hunerî de bû. Berîvan bi stranên xwe yên Here Lê Lê, Binevşa Robarî, Xerîbî, Ferat, Xal Xal û Xewn di nav xelkê de dihat nasîn.


Basnews
Top