• Sunday, 26 May 2024
logo

Hêja albuma xwe ya yekem ‘Stranên Neşuştî’ belav dike

Gulan Media February 13, 2020 Hunerî
Hêja albuma xwe ya yekem ‘Stranên Neşuştî’ belav dike
Yekem albuma Hêja bi navê “Stranên Neşuştî” di 20ê Sibata 2020an de, dê li ser hemû platformên dîjîtal û marketên muzîkan belav dibe.

Hunermend û stranbêja Kurd Hêja ji Rûdawê re ragihan ku ew albuma wê albumeke besteyan e û xuya ye wê di nav arşîvên muzîka modern a Kurdî de cihê xwe bigre û got: “Di albumê de besteyên bi devê jinan hatine nivîsandin cih digrin û ji aliyê muzîkal ve stran di navbera Folk Pop û Folk Rockê diçin û tên.”

Hêja diyar dike ku albuma “Stranên Neşuştî” ji sê stranan pêk tê û li ser sê cureyên cûda yê tenêtiyê disekine û dibêje strana wê ya bi navê NeNe wek manîfestoyekê ye û jiyana rojane ya jinekê vedibêje.

Bi vê stranê Hêja balê dikşîne ser keda bê berdêl ya jinan ku sal dozdeh meh, 24 seatan dixebitin û heqê xebata wan nayê dayîn.



Li aliyê din strana wê ya bi navê Derî Lêket jineke bi wêrekî, henekê xwe bi tenêtiya xwe dike nîşan dide.

Gotin û muzîka van herdu stranan Hêja bi xwe çêkiriye. Herî dawî, strana wê ya bi navê Belkî ku ji helbesta Roşeng Rojbîr ya bi navê “17” hatiye bestekirin, behsa tenêtiya dîrokî ya gelê Kurd dike.

Vokalên grotesk û eksperîmental li gel melodiyên pêjnxweş çi qasî reng dabe vê albume, muzîkjen Cansun Kuçukturk jî bi aranjmanên xwe ew beşdarî kiriye.

Cansun Kuçukturk ku wek dîrektorê muzîkê her sê stran amade kiriye, herwiha bi bas gîtar, elektro gîtar û klavyeya xwe hêz daye wan. Her sê stranên li girtîgehê hatine bestekirin, piştî ku Hêja hate surgunkirin derdikeve.

Di vê albumê de muzikjenên weke Bulent Altınbaş ê ku di cihana muzîkê de wek Kirpi (Jîjo) tê nasîn li Klarnetê, Yaşar Akpençe li perkusyonê, Gurkan Çakmak li Zirne û Dûdûkê, Omer Avci li Daholê dixe. Mix û Masteringa albumê ji aliyê Cansun Kuçukturk ve hatiye çêkirin û album li Stenbolê li studyoya Drum and Bass û Studyoya malê ya Cansun Kuçuktrk hate tomarkirin.

Hêja kî ye?



Hêja li Qesra Qenco ya Mêrdîn jidayik bûye. Dema li Zaningeha Bogaziçiyê Edebiyata Îngilîzî dixwend, li Kluba Folklorê bi awayekî profesyonel ket nav muzîkê. Li vir bo sê salan, dersên stranbêjî û muzîkê girt, li ser muzîka gelerî ya Kurdan û dengbêjiyê lêkolîn kirin û ket nav karên berhevkirina stran, klam û çîrokên kurdî.

Ji Cavid Murtezaoglu dersa stranbêjiyê wergirtiye. Vedat Yildirim û Feryal Oney dersên şêwe û teknîkên strandinê dan wê. Di heman demê de li ser Edebiyata Kurdî hûr bû û li Kluba Edebiyatê ya Bogaziçiyê karê kovargeriya Kurdî kir. Dûre nasnameyên xwe wek wêjekar û muzîkjen anîn gel hev û bi awayekî edebî nêzîkî muzîkê bû.

Herî dawî strana Michal Jackson ya bi navê “They Don’t Care About Us” ji bo Bajar wergerand Kurdî û vê xebatê gelekî deng ligel xwe anî.

Piştî ku ji zaningeha Columbiayê bo Masterê hat qebûlkirin, dema xwe amade dikir biçe Amerîkayê ji ber sedemên siyasî hat girtin. Li girtîgehê xwe fêrî lêxistina gîtarê kir û dest bi çêkirina besteyan kir. Ev gelek sal in karê dublajê dike û herwiha di film û şanoyên cûda de karê lîstikvaniyê kiriye.

Rudaw
Top