• Sunday, 19 May 2024
logo

Albûma Aynur Dogan li ser platformên dijîtal hat belavkirin

Gulan Media February 9, 2020 Hunerî
Albûma Aynur Dogan li ser platformên dijîtal hat belavkirin
Albûma nû ya hunermenda navdar a Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan bi navê Hedûr li ser hemû platformên dijîtal hat belavkirin. Albûma Aynur Dogan a nû ji 8 stranan pêk tê.

Aynur Dogan, albuma xwe ya bi navê “Hedûr - Solace of Time” li ser hemû platformên dijîtal belav kir.

Albuma nû ya hunermenda navdar a ji Dêrsima Bakurê Kurdistanê Aynur Dogan, “Hedûr - Solace of Time” ku ji 8 stranan pêk tê, bi etîketa BGST Recordê hat belavkirin.

Aynur Dogan li ser hesabên xwe yên di torên civakî de ragihandiye, ku ew dê di meha Sibatê de rêzekonsêrtan saz bike û destpkê jî dê roja 17ê vê mehê (Çile) yekemîn konsêrta xwe li bajarê Lîl ê Fransayê saz bike.

Aynur Dogan herwiha di 25-26ê Sibatê te li Stenbolê, di 28ê Sibatê de jî li Enqerê û roja 3ê Adarê jî li Riha ya Bakurê Kurdistanê konsêrteke mezin saz dike.

Rudaw
Top