• Thursday, 16 May 2024
logo

‘Li Benda Kulîlka Dawiyê’ li Duhokê belav bû

Gulan Media February 9, 2020 Hunerî
‘Li Benda Kulîlka Dawiyê’ li Duhokê belav bû
Helbestvanê Kurd Demhat Nûrî Ebdal berhema xwe bi navê “Li Benda Kulîlka Dawiyê – Helbestên Stranan” belav kir. Kitêb li bajarê Duhokê ji aliyê Çapxaneya Parêzgehê ve hatiye çapkirin.

Berhema nû ya Ebdal ji 29 helbestan û ji bêtirî 100 laperran pêk tê û bi 1000 hezar daneyan hatiye çapkirin. Beşek ji van helbestan bûne stran. Dr. Nimetullah Hamid Nihêlî pêşekî bo kitêbê nivîsiye.

Derbarê naveroka helbestên xwe, Demhat Nûrî Ebdal ji Rûdawê re ragihand: “Naveroka babetên helbestên min neteweyî, civakî û dildarî ne. Li ser eşqa pîroz a dayikê ne, herwiha li ser rewşa kurdan li Rojavayê Kurdistanê ne.”

Berhema Demhat bi herdu tîpên aramî û latînî hatiye weşandin. Narîn Yukler pêdaçûna zimanî bo beşê latînî, Dilêr Kemal pêdaçûna zimanî bo beşê aramî kiriye. Demhat dibêje: “Armanca min ew e xwînerên Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî bikarin vê kitêbê bixwînin.”

Demhat Nûrî Ebdal sala 1975an li gundê Bilan li devera Mizûriya li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Beşekî jiyana xwe li derve wek penaber jiyaye, lê dîsa vegeriya Başûrê Kurdistanê. Demhat gelek babetên rexneyî, muzîkî û şanoyî dinivîse û di rojname û kovarên Duhokê de belav dike. Niha li Duhokê dijî.

Rudaw
Top