• Friday, 17 May 2024
logo

Rênas Noyz: Zimanê Kurdî ji bo muzîka rapê gelek guncaw e

Gulan Media February 7, 2020 Hunerî
Rênas Noyz: Zimanê Kurdî ji bo muzîka rapê gelek guncaw e
Rapbêjê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Rênas Noyz, dibêje, gelek şêweyên muzîka Kurdî guncaw in li gel muzîka rapê.

Rapbêjê Kurd Rênas Noyz ku sala 2001an dest bi karûbarên muzîkê kiriye, niha bi rapê xebatên xwe yên muzîkê berdewam dike.

Rênas Noyz ji Rûdawê re ragihand, “Di destpêkê de ez nîgeran bûm ku ji aliyê xelkê ve bi germî neyê pêşwazîkirin. Lê wisa nebû û her kesê bi xweşî pêşwazî kir, taybetî jî ciwanan. Êdî ev bû beşek ji xebata min.”

Noyz dibêje muzîka Kurdî bi hêsanî tên guncandin li gel muzîka rapê û diyar dike, “Teks û gotinên ku ji bo muzîka rapê tên nivîsandin gelek kêm in lê muzîka rapê gelek bi başî li gel muzîka Kurdî tê guncandin. Bo nimûne muzîka rapê di zimanê Erebî de zehmet e û xweş nayê guh jî, lê di Kurdî de wisa nîne û bi hêsanî tê guncandin.”

Rênas Noyz ku sala 2003an albûma xwe ya duyem derxist, 8 salan li Yunanê ma û piştre derbasî Fransayê bû.

Noyz ku ji sala 2011an ve li Parîsê dijî û xebatên xwe yên muzîkê berdewam dike û dibêje, “Li Parîsê grûpên muzîkê yên baş û serkevtî hene. Ez li Parîsê zêdetir ketim nav rapê û dikarim bêjim ji girîngtirîn rawestgehên jiyana min e. Niha li vî welatî ez kar û xebatên baş birêve dibim. Ez hêvîdar im muzîka Kurdî pêş de bibim. Tevî ku muzîka rapê li nav Kurdan nû ye, lê hezkiriyên wê hene. Karkirina ji her alî ve baş, di vir de faktorek girîng e.”

Noyz amaje bi wê dike, muzîka Pop, Rock û Cazê berî niha bi Kurdî nehatine gotin û dibêje çêkirina muzîkê bi van cureyan, ji aliyê xelkê ve jê tê hezkirin.

Ew rapbêjê Kurd balê dikşîne ser wê yekê ku ciwan zêdetir guhdariya muzîka rapê dikin û dibêje, “Di navbera civakan de gelek ciyawziyên çandî hene û guhdarîkirina rapê di nav kesên temen mezin de li Kurdistanê, hinekê zehmet xuya dike. Di nav dengbêjiyê de rap heye. Bo nimûne dema hûn guh bidin Şakiro û degbêjên din, hûn dê bibînin ku rapê dibêjin, lê bi şêwazên xwe yên taybet û taybetmendiyên Kurdî. An jî dema em guh bidin Lawik û kilameke bê muzîk, di wir de jî dê bê dîtin ku şêwazekî weke muzîka rapê heye. Eger muzîk bi van şêwazan bê guncandin weke rapê lê tê. Lewma rap ji muzîka Kurdî dûr nîne û berevajî wê peywendiyeke baş heye di navberê de.”

Rênas Noyz, hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê, sala 1977an li gundê Metîn ê ser bi Efrînê ve ji dayîk bû û di 17 saliya xwe de dest bi xebatên muzîkê kir.

Di salên destpêkê de, bi guhdarîkirina Mihemed Şêxo, Ciwan Haco û hunermendên din ên navdar ên Kurd, deng û şêwazê xwe pêş de bir û paşê jî dest bi çêkirina stran û muzîkên xwe kir.

Sala 2001an yekem albûma Noyz a bi navê ‘Hamo’ belav bû ku tê de 8 stranan cih digirt. Di vê albûmê de tenê straneke wî bi şêwaza rapê bû.

Lê di heyamên piştî vê albûmê de hunermendê Kurd berê xwe da muzîka rapê û di vî warê muzîkê de çendîn stran û xebatên wî belav bûne.

Rudaw
Top