• Thursday, 16 May 2024
logo

Fîlma Ahmet Kaya bi fermana dadgehê hat qedexekirin!

Gulan Media February 1, 2020 Hunerî
Fîlma Ahmet Kaya bi fermana dadgehê hat qedexekirin!
Bi fermana dadgehê û li ser daxwaza hevjîna hunermendê navdarê kurd Ahmet Kaya, nimayîşa fîlma ku li ser jiyana wî hatibû çêkirin, hat qedexekirin.

Par fîlmek bi navê “Du Çavên Min: Ahmet” ji aliyê şîrketa bi navê X Yapim ve li ser jiyana hunermendê wefatkirî yê kurd Ahmet Kaya hatibû çêkirin. Derhênertiya fîlmê ji aliyê du derhêneran ve, Ganî Gûzgar Şavata û Hakan Gurtop ve hatibû kirin.

Biryar bû fîlma han roja 7 vê mehê di sînemayên Tirkiyê de hatibû nimayîşkirin lê bi fermana dadgehê û li ser gilî û daxwaza hevjîna Ahmet Kaya û her du keçên wî, nimayîşkirina fîlmê hat qedexekirin.

Di fermana dadgehê de hatiye gotin, heta gilî û doza ku li dijî hatiye kirin, xilas nebe, nabe ew fîlm, ne di sînemayan de ne jî di înternetê de were nîşandan.

Basnews

Top