• Saturday, 27 April 2024
logo

Kurdên Kurdistana Sor hêviya vegera warê xwe dikin

Kurdên Kurdistana Sor hêviya vegera warê xwe dikin

Ev çend sal in şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de de berdewam e û di sala 2020an de Azarbêcanê karibû wan navçeyên ketibûn destên Ermenîstanê vegerîne. Ev her pênc navçeyên ku vegerandine girêdayî Kurdistana Sor in, ku dikeve navbera Azerbaycan û Ermenistanê, 30 sal in xelkê Kurdistana Sor koçber bûne û welatê bav û kalên wan bi temamî wêran bûye. Tevî hemû hewldanên Yekîtiya Sovyetê ji bo jinavbirina nasnameya wan a netewî , lê dîsa jî niha hêvî dikin ku vegerin welatê xwe. Kurdistana Sor sala 1923an di serdema Yekîtiya Sovyetê de nêzîkî 6 mehan serxwebûna xwe ragihand, lê piştre ji aliyê Yekîtiya Sovyetê ve hat hilweşandin.

Parastin û pêşvebirina ziman û kultura Kurdî. Ev du xal, di Konferansa Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê de wek prensîpên sereke ji bo pêşîgiritina asimolyasyonê derdikeve pêş.

Lê ji bo Kurdên Kurdistana Sor, arişeya sereke, vegera li warên wan e. Lewre zêdetir ji 30 salin ku ew di penaberiyê de dijîn.

Serokê Enstîtuya Kurdî ya Qafqasyayê Hejarê Şamil got “Sedema derketina Kurd ji Kurdistana Sor şerê navbeyna Azer û Ermiyan de ye. Serê vana êdî nêzikî 150 sal e berdewam dike. Dema Sovyetê de ev şer hatibû sekinandin, dema hilweşandina Sovyetê dîsa dest pê bû. Ermenî ji bo Kabaxê çiyayê Nagorna tevlî Ermenistanê bike êrîşî ser erdeên Kurdan jî kirin van erdan dagir kirin, Kurd ji vê derê asîmîlebûne û xwe parçeyê netewa Azerbaycanê hesab dikin, tevî Azeriyan ji van erdan reviyan çûn.”

Sala 2020an Azerbaycanê karî ku herêmên dagirkirî ji destê Ermenistanê rizgar bike.

Lê her 5 navçeyên Kurdistana Sor bi tevayî wêran in û nişteciyên wan ên berê, nikarin venegerin warên xwe.

Endamî Rêveberiya Federasyona Komaleyên Kurd ên Sovyeta Berê Hesen Remoşî dibêje “Roja îro Kurdên me yên Laçînê wê vegerin dîsa ser axa xwe. êdî ew pirseke gelek giran e lahê pirsa Azerbaycan û Ermenistanê nava hev de nehatiya safîkirin û Xwedê zane wê kengî bê safîkirin. Piştî wê derê jî cemaeta me ya wê derê wekî koç kiriye çûye, ewana jî êdî her kesesk çûne Ewropayê, Kazaxistanê, Rûsyayê. Lê dîsa xwesteka me ya sereke me dixwest wekî li ser axa xwe dîsa ewladê wê êlê hêdî hêdî vegeriyana ser axa xwe.”

Qezaya Kurdistana Sor sala 1923an li nav erdê Azerbaycanê, di navbeyna Ermenistan û Qerebaxa Çiyayî de hatibû damezrandin, lê temena wê tenê sal dom kiribû.

Piştî 31 salan ji koça Kurdan ji Kurdistana Sor herêm careke din ket bin kontrola Azerbaycanê û mercên vegera şêniyên wê herêmê tên avakirin. Lêbelê eger Kurd vegerin jî ew dê tenê fîzîkî vegerin Laçînê ji ber ku asîmîlasyon ji sedî sed bi ser ketiye.

 

Rudaw

Top