• Saturday, 27 April 2024
logo

Çîftyurek: Hevpeymaniya Cumhur û Milet jî dixwazin dewletê biparêzin

Çîftyurek: Hevpeymaniya Cumhur û Milet jî dixwazin dewletê biparêzin

Serokê Giştî yê Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) Sînan Çîftyurek dibêje; Her du hevpeyman jî dixwazin dewletê biparêzin, nêrîna Hevpeymaniya Milet ji bo çareserkirina pirsa Kurd, hinekî nermtir e.

Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek ji K24’ê helwesta hevpeymanan ya li ser Kurdan nirxand û got; her du hevpeyman jî dixwazin ku di duyemîn sedsala damezrandina Komara Tirkiyê de dewletê biparêzin.

Destnîşan kir jî, siyaseta Hevpeymana Cumhur li ser dijateyiya Kurdan e lê dibe ku bi piştgiriya Kurdan di heyama desthilatdariya Hevpeymana Milet de dawî li siyaseta li dijî Kurdan bê anîn. 

Çîftyurek dibêje; dema ku hevpeymaniya Milet bi piştgiriya Kurdan bibe desthilatdar, dê Kurdan jî ji bîr neke.

Çîftyurek got jî: “Dewlet ji sed salî û sûnda û piştî evqas têkoşîna gelê Kurd û evqas qurbaniyên giran dan, hate vê qonaxê ku dibêje Kurd hene, lê Kurdistanî nîne. Banga me ji dewlet û hevpeymaniya Milet re ew e bi stratejiya ewletî û êrîşên leşkerî, qet tiştek çareser nebûye heta niha.”

 

K24

Top