• Thursday, 16 May 2024
logo

Rewşan Çelîker: Dixwazim li Kurdistanê konsertan saz bikim

Gulan Media January 21, 2020 Hunerî
Rewşan Çelîker: Dixwazim li Kurdistanê konsertan saz bikim
Hunermenda Kurd Rewşan Çelîker di vê hevpeyvîna taybet li gel Rûdawê de behsa karûbarên xwe yên hunerî dike û dibêje ew bi niyaz e zîncîre konsertan li bajarên Tirkiye û Herêma Kurdistanê encam bide bo nasandina albûma xwe ya nû.

Rûdaw: Tu dikarî hinekê behsa dawîn albûma xwe bikî ku di destpêka îsal bi navê ‘Tov’ belav bû?

Rewşan Çelîker: Min albûma xwe ya nû weke diyariyeke bi nirx ku duyem albûma min bû bi navê ‘Tov’ min pêşkêşî hezkiriyên muzîk û stranên Kurdî kir. Vê carê min jî weke hunermendên profesyonel ên cîhanê, min destpêkê bi rêya baza onlîne li ser kenala xwe ya taybet li tora civakî belav kir. Ji ber ku li gor min niha bi rêya sosyal medyayê zêdetir berhemên hunermendan digihijin ber destê muzîkhezan. Me westiyeneke zêde di pêkanîna vê albûmê de dît û ji ber hindê em dixwazin bi hêsantirîn şêwe berhema me bigihije guhdaran, ji ber ku niha înternet rêyên dûr nêzîk kirine tu dikarî li her ku dera cîhanê bî bi rêya bazara online berheman bi dest bixî.

Albûma te ji çend trakan pêk tê û hemû stran bi zimanê Kurdî ne?

Albûma min a vê carê ji 10 trakan pêk tê û belê, hemû stran bi dabeşkirineke ciyawaz û balkêş û têkil li nav muzîka modern û muzîka folklorî ya Kurdî hatine çê kirin. Tehmeke nû heye û her stranek dibe destan û çîrokekê vegerîne û hêvîdar im bi dilê muzîkhezan be.

Te navê albûmê weke ‘Tov’ daniye, mebesta te ji hilbijartina vî navî çi bû?

Tov, îlham û peyama xwe ya taybet heye, tov berê gelek bi kêr dihat û wateya wê di Soranî de bi wateya dan, danduk, genim û bi wateyeke din jiyan û nûbûn e.

Tu tekst û helbestên bo stranên xwe çawa dinivîsî?

Di vê albûma xwe ya nû de, min li gel komeke rewşenbîr û helbestvanên navdar kar kir û helbest kirine stran weke, Kamuran Elî Bedirxan, Aram Tîgran, Fikrî Yûsif, Ehmed Kaya û Murad Doxan. Bi berdewamî helbestên helbestvanên mezin ên Kurdan ji bo stranên xwe hilbijêrim, ji ber ku helbestan karîgeriyeke mezin heye bo ku ew stran bi nemirî bimînin. Ji ber wê yekê ez stranên xwe gelek bi wirdî û şarezayî hilbijêrim.

Di warê melodî û karê dabeşkirina muzîkên stranên te de kê hevkariya te kir?

Di albûma Tov de, hunermend û muzîkjen Hakan Gurbuz karê dabeşkirin û serpereştiyê li xwe girtiye niha, li gel wê di warê muzîkê de min gelek alîkarî û hevkar bûme. Hakan Gurbuz zêdetir kar li ser wê dike ku muzîkê pêwîstî bi zanîna ziman nîne û li her cihekê muzîk bê pêşkêşkirin bêyî têgihştin li wî zimanî, dikeve nav dil û derûnê.

Piştî belavbûna vê albûmê, tu plansaziyeke te bo sazkirina konsertan heye?

Bêguman bi niyaz im bo zîncîre konsertan im ku weke bangeşeyek bo albûma xwe, yekem konserta min jî roja 29ê vê mehê li Stenbolê dibe, piştre li Enqere û Îzmîr û çend bajarên din. Hêvîdar im bikarim li bajarên Duhok, Hewlêr û Silêmaniyê jî konsertan saz bikim û albûma xwe bidim nasandin.

Hunermend Rewşan Çelîker li navçeya Tetwan a Bedlîsa Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Beşa Şêwirmendiya Derûnî li Zanîngeha Enqerê xwendiye. Mastera xwe jî di warê Lîstîkvaniyê de li Zanîngeha Bahçeşehîrê pêk anî.

Rudaw
Top