• Thursday, 16 May 2024
logo

Stranbêja Sûrî Fereh Yûsif: Straneke Kurdî amade dikim

Gulan Media January 13, 2020 Hunerî
Stranbêja Sûrî Fereh Yûsif: Straneke Kurdî amade dikim
Hunermenda Sûrî Fereh Yûsif ku yekem car e serdana Herêma Kurdistanê dike, di hevpeyvîneke taybet de li gel Rûdawê, behsa kar û xebat û jiyana xwe dike. Ew stanbêja Sûrî dibêje, “Ez gelek ji stran û muzîka Kurdî hez dikim. Niha jî mijûlî amadekirina straneke Kurdî me ku di demek nêzîk de ez dê naveroka wê aşkere bikim.”

Rûdaw: Yekem car e serdana Herêma Kurdistanê dikî?

Fereh: Belê yekem car e, lêbelê bawer bike wisa dizanim ku 100 sal e li Kurdistanê me. Gelek kêfxwe û şadiman im. Xelkê Kurdistanê gelek mêvandost û mîhrîban in. Her çiqas kêm roj e li vir im, lêbelê hest bi wê dikim ev demeke dirêj e li vî bajarî dijîm. Ez soz didim ku ev dê ne dawîn serdana min be bo Hewlêrê.

Berî niha peywendiyên te li gel hunermendên Kurd hebû?

Belê, yek ji hunermendên Kurdistanê dostekî min ê nêzîk e. Ew jî Perwaz Husên e ku li bernameya 'Arap Idol' li gel hev bûn. Me ev nêzikî 6 sal e hev nedîtiye û tenê em bi telefonî axivîne. Her bi rêya Perwaz ve ez aşînayê stran û muzîka Kurdî bûm. Ji ber hindê dixwazim li vê derê, li Kurdistanê biçim serdana Perwaz bikim û li gel hev behsa rojên bernameya 'Arap Idol' bikin.

Jibilî Hewlêrê tu dê serdana ti bajarekî din yê Kurdıstanê bikî?

Ez vê carê bo ahenga serê salê hatibûm, lêbelê min du rojên sefera xwe terxan kirin bo ku serdana cihên geştyarî yên Kurdistanê bikim, li gel wan jî dixwazim cihên dîrokî yên Kurdistanê bibînim, ji ber ku dizanim ev navçe cihekî gelek dêrîn û dîrokî ye. Min dixwast serdana bajarên din ên Kurdistanê bikim, lêbelê li vê seferê min nekarî û hêvîdar im li seferên dema min a zêdetir hebe bo ku hemû cihên xweş ên Kurdistanê bibînim.

Sala 2019an tu li gel hemwelatiyekî Venezuelayê zewicî, hûn niha li Sûriyê dijîn?

Belê, min zewaca xwe li gel kesekî Venezuelî kir, ez her li ku derê bijîm ew li gel min e, niha li Sûriyê li gel min dijî, em hinek caran diçin Venezuelayê û gelek li wê derê dimînin.

Hunermenda Sûrî dibêje, "Ez gelek ji muzîka Kurdî hez dikim."

Me hev çawa nas kir, peywendiya we li gel hev çawa pêk hat?

Baweriya min bi şens heye. Min bo karekê serdana Amerîkayê kir, piştî tememkirina xwendin û karê xwe li Amerîkayê, min li wir ew kurr nas kir. Pêşiyê weke heval û hevrê me ji hev hez dikir, me qet bîr li zewacê nekiribû, ji ber ku min digot urf û edetên me li geh hev naguncên. Herwiha ji tirsa civakê jî min bîr lê nedikir. Lêbelê paşê em herdu jî gihiştin wê baweriyê ku em dikarin rûbirûyê her kesekê bibin. Spas bo Xwedê me bi hêsanî zewaca xwe kir û niha jî gelek kêfxweş im li gel hevjînê xwe.

Ji ber pirsgirêkên li Sûriyê, hejmareke zêde ya xelkê ji Sûriyê derketin, çawa bû ku hevjnê te li gel te hate nav wan hemû pirsgirêk û krîza li Sûriyê?

Ez dixwazim bi aşkere bibêjim, min ew kes ji ber wê tiştê divê ku kesekî gelek sade ye, amade ye li gel min her tiştekî bike. Bîr û baweriyê wî li gel min gelek nêzîk e. Ew dixwaze bi hemû çandan aşîna û ji nêzîk ve li gel xelkê Sûriyê têkil be. Pêştir ti zanyariyeke wî li ser Sûriyê nebû, tenê bi rêya kenalên ragihandinê şer, kuştin û wêrankariyên li Sûriyê bihîstibûn. Niha li Sûriyê jiyan piçekê asayî bûye. Her ciekê ku biçimê ew bê dudilî li gel min e.

Her hunermendek dema ku bo yekem car serdana cihekê bike lêkolînekê derbarê wî cihî de dike, berî ku tu werî bo Hewlêrê, ti çi lêkolînek derbarê Hewlêrê de kir?

Nexêr, min ti lêkolînek derbarê Hewlêrê de li ser înternetê nekir, ji ber ku pêwîstiya min bi wê nebû, ez Hewlêr û xelkê Hewlêrê gelek bi başî nas dikim û min dost û xizmên zêde li Hewlêrê hene, bi rêya wan her zanyariyeke min li ser Hewlêrê hebû. Hewlêr gelek ji wê ciwantir û bixemiltir e ji behsa bo min hatibû kirin. Ev a ku dibêjim ne micamele ye, rastî ye û divê bê gotin, şeqam û peyarê Hewlêrê gelek paqij, ciwan û bixeml in. Ji ber ku bi ya min eger şeqam û peyarê paqij bin, ew rewşenbîrî û jîngedostiya wî welatî nîşan dide. Ev a ku min li Hewlêrê dît, min li gelek cihên din nedîtiye.

Li Sûriyê hejmareke zêde ya Kurdan heye, di dema xwendin û karê rojane yê te de, li Sûriyê ti dost û hevrêyekî te yê Kurd hebû, Kurdên Sûriyê çawa dibînî?

Me ti caran li Sûriyê cudahî ne xistiye navbera Kurd û Ereban. Em her tim weke xwîşk û bira li gel hev dijîn, gelek hevrê û dostên me hebûn ku Kurd bûn. Wan digot em Kurd in û ziman û folkloreke me ya cuda heye û me jî rêz li wê ciyawaziyê digirt. Hezkirineke me ya zêde li hemberî folklora Kurdî hebû, ti deman kêşe di navbera me de nebû li ser netewperestî û em her tim weke xwîşk û bira bûn.

Gelo ti bername an jî plansaziyeke te heye bo ku straneke xwe jî bi zimanê Kurdî amade bikî?

Bêguman, niha li gel çend awazdanêrekan, em mijûlî amadekirina straneke Kurdî ne ku ez dê di heyameke nêzîk de naveroka wê aşkere bikim. Min di warê fêrbûna zimanan de ti pirsgirêka min nîne û zû fêr dibim. Gelek gelek hez ji stran û muzîka Kurdî dikim.

Stranbêja Sûrî, Fereh Yûsif, sala 1989an li Sûriyê ji dayîk bûye. Ji 7 saliya xwe ve stranan dibêje. Her çiqas ji aliyê koleja Pizîşkî ve hatibe wergirtin jî, lêbelê xwendina li beşa pizîşkî temam ne kir û li şûna wê Wêjeya Îngîlîzî xwend. Paşê Peymangeha Bilind a Muzîkê li Şamê, beşdara werza duyem a bernameya 'Arap Idol' bû, weke aktor di çend beşên dramayeke Erebî de beşdarî kiriye. Sala 2019an li gel kesekî hemwelatiyê Venezuelayê zewiciye.

Rudaw
Top