• Thursday, 16 May 2024
logo

Rap û muzîka Kurdî

Gulan Media January 12, 2020 Hunerî
Rap û muzîka Kurdî
Ev demeke ku li Kurdistanê bi zimanê Kurdî muzika rap tê kirin û gelek guhdarvanên wê jî çêbûne. Li Stenbolê jî Kurdên ji Bakûrê Kurdistanê li hev civiyan û performanseke bêhempa ya rapê li dar xistin.

Rap cûreyeke muzîkê ye ku koka wê girêdayî Afrîka û Amerîkayê ye. Ew ji tîpên Rhythmic And Poem hatiye afirandin. Ango hevahengî û helbest. Di bingeha wê de rexne cihekî girîng digre û ew bi tempoyeke taybet tê gotin. Gelek şaxên wê jî hene. Weke mînak Gangsta, G-funk, Hardcore û Party. Dîroka wê diçe heta salên 1970ê yî. Ew serê pêşî li hin gettoyên Amerîkayê ji aliyê kesên Afrîkî ve hatiye bikaranîn. Ew jî li rojhilatê Emerîka wek East Cost Rap û li rojavayê wê wek West Cost Rap tê nasîn. Lê ev demeke ku li Kurdistanê jî bi zimanê Kurdî Rap tê kirin û wê gelek guhdarvanan jî ji xwe re çêkiriye.

Hejmareke rapvanên Kurd li Stenbolê li hev civiyan û performanseke bêhempa ya rapê saz kirin.

Rapvanê Kurd Xem ji Rûdawê re behsa xwe û muzika rapê kir: “Ez rapperekî Kurd im. Herwiha dixwazim hin stîlên din jî tevlî rapê bikim. Ji ber ku naxwazim bitenê bêjim ku ez raper im. Niha em li Sanat Performansê ne li Taksîmê. Ev konsera me ya 3yem e li Stenbolê. Û em hêvî dikin ku gav bi gav biçin Bakûrê Kurdistanê û piştre jî biçin başûr û dûre jî biçin Ewropa. Swêd belkî jî Almanya. Zimanê Kurdî zimanekî fonetîk e, hevalên min yê Tirk jî ji min re heman tiştî dibêjin zimanê Tirkî li ber Kurdî ne fonetîk e. Ji ber wê weke mînak em bêjin di gotinan de û di dawiya gotinan de ew gotin xwe bixwe diherikin. Projeyeke min heye ku ez dixwazim stranekê çêbikim têde Kurmancî jî hebe Zazakî jî hebe Soranî jî hebe Goranî jî hebe û hwd. Lê niha mixabin bitenê bi Kurmancî dizanim.”

Rapbêj Ronî jî wiha behsa xwe kir: “Ez 28 salî me. Ez ya rast cotkarim. Li welatê xwe, li bajarê xwe Merdînê cotkariyê dikim. Ji xeynî vê jî min di 13 saliya xwe de min dest bi kultura Hip Hopê kir. Min break dansê dikir. Axir ew kar meşiya û xwe gihand rapê. Îro jî em hatine heya vî çaxî bi rap û hip hopê me kultura xwe mezin kir. Me dewlemendiya hip hopê û dewlemendiya çanda Kurdî tevlî hev kir û anî ber xizmeta gelê xwe. Ez kesekî wisa me û di xizmeta xelkê xwe de me. Rap bi her tiştî re li hev tê birastî. Tu nikarî bêjî rap û filan tişt li hev tê an nayê. Ev nabe. Çîrokeke te hebe, tiştekî ku tu bahsa wê bikî hebe rap lê tê. Çîrokên Kurmancan zahf in. Gelekî zêde ye. Ji ber wê gelek tişt hene em dikarin qal bikin, dikarin bêjin. Rap ji bo wê amûreke musaît e. Dengbêjî jî bêrê wisa bû. Berê bav û kalên me hêj teknolojî ewqas bi pêş neketibû li dawetan dengbêjî û reqsê dikirin. Dengbêjî jî mîna kultura hip hopê bû li hev dihat. Îro jî kalên me dengbêjiya xwe berdewam dikin. Em jî li dû wan tên bi hip hopê di rêya wan de diçin û karê wan berdewam dikin.”

Ew wisa bawer dikin ku rap û çanda Kurdî gelekî li hev tê. Di fîlozofiya rap ê de xaleke girîng ew e ku bingeheke serhildanê tê de heye. Ji wî aliyî de rap û kultura Kurdan gelekî nêzî hevdû ye.

Rapbêj Adar (25) ku xelkê Şirnexê ye got: “Di 12 saliya xwe de min dest bi karê çanda hip hopê kir û heta niha jî berdewam e. Birastî Kurd gelekî bindestî dîtine, gelekî êş û keder dîtine. Û çanda hip hop birastî bi wan re yeke. Ji ber ku bêsînor e. Sînoran dişkêne. Ji ber wê çanda hip hop ya min e.”

Rapbêj da zanîn ku ew ji Bakûrê Kurdistanê ji bajarê Sêrtê, ji navçeya Misircê ji gundê Eyndarê ye û wiha pê de çû: “Wisa em hatin vir îro çalakiyeke me li ser rap a Kurdî heye. Em dê îro bi awakî coş û xiroş em dixwazin şeveke xweş û bicoş derbas bikin. Ev 6-7 salin ku em bi vê kulturê ve têkildar in. Di nava vê kulturê de her wiha muzîk çekeke giran û bi hêz e ku bandora xwe li ser ziman û gel dike. Ji ber wê jî kêfa min tê ku ez hem muzîkê bi hemû dinyayê didim naskirin û bi zimanê Kurdî ango bi zimanê xwe rapê nîşanî hemû dinyayê bidim.”

Xortên Kurd ji xwe re rêyeke cuda hilbijartine ku ji aliyê gelek rexnevanan ve bi erênî têne rexne kirin. Wisa xuya ye ku dê her biçe stîlên nû tevlî zimanê Kurdî bibin û dê ew her dewlemendtir bibe.

Rudaw
Top