• Thursday, 16 May 2024
logo

Hunermendên Kurd ji bo yekîtiya netewî kom bûn

Gulan Media January 11, 2020 Hunerî
Hunermendên Kurd ji bo yekîtiya netewî kom bûn
Li Almanyayê bi beşdariya nêzikî 100 hunermendên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê ji bo yekîtiya netewî û herwiha piştevaniya bo Rojavayê Kurdistanê konserteke mezin birêve çû.

Ti demekê bi qasî niha hunermendên Kurd yekgirtî nebûn ku 100 hunermendên her çar perçên Kurdistanê li ser platformekê bi dengekî bilind li gel hev strana, “Her pêş herne pêş dewr û dem ya me ye” gotin.

Hunermend Şivan Perwer dibêje, hunermendên Kurd bang li partiyên siyasî yên Kurd dikin ku ji berjwendiyên hizbî vegerin û diyar dike, “Eger partî û siyaset eger bo miletê Kurd e, bo tevahiya Kurdistanê ye, bila tolerans û hevkariyek di navbera we de hebe da ku em hunermend jî li gor wê xizmeta we ya civakî şexsiyet bigirin.

Hunermendên Kurd ji her çar perçûn Kurdistanê, li bajarê Leverkusen ê Almanyayê kom bûn û li jêr dirûşma ‘Em bibin yek’ konserteke mezin saz kirin ku dahata konsertê jî bo zarokên li kampên Rojavayê Kurdistanê bû.

Hunermend Necmedîn Xulamî jî derbarê konsertê de ragihand ku ev derbarê avakirina yekitiyeke netewî ye.

Hunermend Xelîl Xemgîn jî ragihand ku ew weke hunermendên Kurd ji her çar perçên Kurdistanê ji bo yekitiya miletê Kurd her di xezmetê de ne.

Beşek ji hunermendên Kurd ji ber ciyawaziya bîr û baweriyên siyasî ji hev dûr ketibûn, ji ber hindê hunermendên beşdarên vê konsertê, weke destpêşxeriyek bo hizbên siyasî yên Kurd hemû li jêr sîwana netewî hev digirin. Dixwazin hizbên siyasî jî hev bigirin û berî her tiştekê bîr li berjewendiyên netewî bikin.

Hunermend Hesen jî diyar kir, rih û kelecana vê konsertê wê cuda dike ji ahengên din ku hemû hunermendên Kurd xwedî heman gotin, peyam û gazinda wan ye û dibêje, “Peyam jî ev e ku em hemû bikarin dengên xwe bigihînin hemû rêxistinên Kurdistanê ku qet tiştek nebe, em ji hev hez bikin.”

Hunermendên Kurd di hêviya wê yekê de ne, ku konsertên bi vî rengî li hemû Ewropa û li her çar perçên Kurdistanê saz bikin. Ji ber ku li gor wan rewşa niha ji her demekê zêdetir pêwîstî bi yekrêzî û biratiyê heye.

K24
Top