• Thursday, 16 May 2024
logo

Hunermend Canyar Kobanî klîpa ‘Welatê Min’ belav kir

Gulan Media January 2, 2020 Hunerî
Hunermend Canyar Kobanî klîpa ‘Welatê Min’ belav kir
Hunermend Canyar Kobanî klîpeke xwe ya sala 2020an bi navnîşana Welatê Min, bi rêya Rûdawê belav kir.

Kilîpa Welatê Min a Canyar Kobanî ji gotin û awazên Caniyar bi xwe ne, û dîmenên klîpa li Almanya hatine girtin.

Herwiha Cengo Şerîf derhêneriya wê klîpê kiriye.

Canyar xelkê herêma Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê ye û ji sala 2016an ve li Almanyayê dijî.

Wî hunermendê ji Rojavayê Kurdistanê heta niha gelek sitran gotine û klîp amade kirine. Ev klîpa wî ya bi navê Welatê Min bo yekem car, bi rêya Rûdaw tê weşandin.

Rudaw
Top