Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya kurdî derket
![Ferhenga Têgihên Hiqûqê ya kurdî derket](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/38a871fffa90a643d9d8ed647ba1533e_L.jpg )
Ferhenga Têgihên Hiqûqê ku 4 sal bûn bi beşdariya gelek hiqûqnas û zimanzanên kurd ku ji aliyê Baroya Amedê û Weqfa Mezopotamyayê ve li serê dihat xebitandin, bi dawî bû.
Ferheng, ji aliyê Weqfa Mezopotamyayê ve hatiye çapkirin û sibê (25.12.2019) ji bo wê li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Amedê, saet di navbera 16.00-18.00'an de dê resepsiyoneke danasînê were dayîn.
Basnews