• Friday, 17 May 2024
logo

Hunermend Bengîn çima piştî 40 salan dest ji hunerê berdide?

Gulan Media December 22, 2019 Hunerî
Hunermend Bengîn çima piştî 40 salan dest ji hunerê berdide?
Bangîn Efrînê (Hikmet Cemîl), hunermendekî Rojavayê Kurdistanê, ji bajarê Efrînê ye. Bêhtirî 40 salin ew karê hunerê dike. Yekemîn albuma xwe di sala 1978 de derxistiye.

Bangîn, gelek caran hatiye êşandin, hîn jî êşan wan rojên nexweş dikişîne, ji ber tiştê di dilê wî de heye, li ser zimanê wî ye.

Hunermend Bengîn, gelek biçûk bû dema dest bi hunera Kurdî kir û zû li seranserê Rojavayê Kurdistanê deng veda û bi rêya hunermendê Kurd Selah Resûl derbasî nav cîhana mûzîka Kurdî bû.

Bengîn ji ber strana xwe ya navê “Zinar Erebî” ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve cezayê îdamê jê re te birin û ew neçar dibe ku terla Efrînê bike.

34 Salan Bengîn dûrî welatê xwe dimîne, li xerîbiyê gelek zehemetiya dibîne. Ew dibêje piştî ew qas sal dibîne, her tişt hatiye guhertin, derbasî nava xerîbiyê din dibe, ew jî baca dûrbûna dûr û dirêj ji welat e.

Di şerê Sûriyê de, ji bo Kurdan û doza wan li Rojavayê Kurdistanê, Bengîn dest bi stranan kir, ji bo serhildana Rojavayê Kurdistanê jî, albuma wî deng vedabû. Bengîn, ji bajarokê Mebata yê Efrînê ye, biryar daye piştî 2 salan dest ji karê hunerî berde.

Di vê belgefîlmê de, ku Dilbixwîn Dara pêre çêkiriye, ew behsa jiyana xwe û karê xwe yê hunerî dike. Bangîn dibêje, ew difikire ku piştî 2 salên din dest ji karê hunerî berde.

Rudaw
Top