• Saturday, 20 April 2024
logo

Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Iraqê dûpat kir

Gulan Media March 15, 2023 Nûçe
Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo Hikûmeta Iraqê dûpat kir

Serok Mesûd Barzanî roja Sêşemê 14ê Adara 2023an li Selahedînê firavînek ji bo Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û şanda pê re saz kir.

Di hevdîtinê de danûstandina fikr û ramanan li ser rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên hikûmeta Iraqê û cîbicîkirina rêkeftinan hat kirin û tekezî li ser çareserkirina giriftan li ser bingeha destûrê hat kirin.

Herwiha Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo hikûmeta Iraqê dûpat kir û hêvî xwest ku îradeya hemû aliyên siyasî bi arasteya çareserkirina kêşeyan û seqamgîriyê be.

Top