• Thursday, 16 May 2024
logo

Helly Luv: Min ligel kompaniya Sony peymaneke dîrokî îmze kir

Gulan Media December 22, 2019 Hunerî
Helly Luv: Min ligel kompaniya Sony peymaneke dîrokî îmze kir
Stranbêja Kurd Helly Luv ragihand ku wê ligel kompaniya muzikê ya Amerîkî Sony peymaneke dîrokî îmze kir û got ku ew yekem stranbêja Kurd e ku ligel Sony rêkevtin pêk aniye.

Helly Luv diyar kir ku heta niha kompaniyên petrolê yên mezin, bala xwe didin Herêma Kurdistanê û got: “Êdî kompaniyên weke Sony jî dê bêne Kurdistanê.”

Luv ku bi strana xwe ya vê dawiyê ya bi navê “Boy Bye” bûye rojev, da zanîn ku li ser pêşniyara kompaniya muzikê, wê xwe di klîbê de şibandiye Marily Monroe.

Bi gotina Luv li Kurdistanê ti alî û kesan alîkariya wê nekiriye û ew dibêje: “Min bi taybetî xwest ku ez di klîba xwe de bala bikişînim li ser hêza jina Kurd.”

Helly Luv derbarê klîb û projeyên xwe de ligel Rûdawê hevpeyvîneke taybet pêk anî.

Rûdaw: Ez dixwazim weke yekem vê bipirsim; wateya Boy Bye çi ye? Çima te ev nav ji bo strana xwe bikar anî?

Helly Luv: Ez di vê klîba xwe de dixwazim ku bi temamî balê bikişînim li ser hêza jinê. Min xwest bidim nîşan didin ku tevahiya jinan bi taybetî jina Kurd dikare li hemberî her pirs û astengiyan serbikevin. Herwiha jina Kurd bêwestan, her tim tevî malbat û civakê bedelên mezin dane. Ez vê strana xwe diyariyê jinên ku li hemberî astengiyan vîna xwe nîşan dane û biserketine dikim. Di strana Boy Bye de ev peyam hene.

Gotin û muzika strana Boy Bye te amade kiriye yan jî kompaniya ku tu ligel dixebetî bijartiye?

Ev biryara hevbeş a min û kompaniya Sonyê ye. Me bi hev re gotin û muzika Boy Bye diyar kir. Di vî warî de ezmûneke cidî ya Sony heye û berpirsên wê jî pêşwazî li pêşniyarê min kir. Kompanî zêdetir bi awaz û muzika stranê ve eleqeder bû. Berpirsên kompaniyê ji min re gotin ku dengê te bihêz e, û dikarî straneke bi şêweyê bibêjî.

Weke tê zanîn kompaniya Sony karên profesyonel dike. Vê kompaniyê ligel stranbêj û hunermendên li cîhanî binavûdeng ên weke Shakira, Beyonce û Michael Jakson kar kiriye û ew baştir dizanin kîjan deng li gor kîjan stranê digunceve. Koordînator dibêjin ev stran li Kurdistanê dikare bibe wesile ku ji hinek hunermend û stranbêjin din re jî derî veke.

Di klîbê de tu li pişta zilamekî siwar dibî. Ev yek di nav civakê de bû cihê nîqaşan. Mebesta te ji vê yekê çi ye?

Hinek berî ku klîbê temaşe bikin û bêyî ku girîngiyê bi peyama min xwestiye bidin, dest bi rexneyên neheq kirin. Li wê derê ez di rola Marilyn Monroe de me û xwe dişibînim wê. Komapaniya Sony xwest ez xwe bişubînim wê jina ku di gelek warên jiyanê de bûye peşeng. Min ji wan pirsî çima. Wan ji min re gotin ku çimkî tu jî dikarî li Kurdistanê weke Marilyn Monroe bibî peşenga gelek tiştan û ew hêza te heye. Ev dime di nav civakê de minaka hêza jinê ye. Weke min gotî; min tenê rola Marilyn Monroe kir.

Gelek stran hene ku heqaretê li jinan dikin, lê kes behsa wan nakin. Lê niha ez ji ber ku peyveke îngilîzî bikar tînim an jî dike Kurdî, heqaretan dikin.



Ev dîmen bûne cihê rexneyên jinan jî…

Ez weke hunermend mafdar im bi hunera xwe peyama xwe bidim civakê. Ji bo paşerojê her hunermedekê peyam û armancê xwe hene. Minak ez sibe di fîlmeke Hollywoodê rol werbigrim û zilamekê bikujim ma ev dê bi wateya ku ez mêrkujim. Armanc ew e ku tu dê çawa baş û bi hêsanî peyama xwe bidî. Ez jî kareke hunerî dikim û peyamên min dê hebin.

Tu dikarî hinek behsa naveroka rêkevtina xwe ya ligel kompaniya Sony bikî?

Boy Bye yekem kar e ku min ligel kompaniya Sony kiriye. Li gor rêkevtinê her du mehan carekê stranek û klîbeke profesyonel dê were amadekirin. Ligel vê yekê em dê bi hev re albuma min amade bikin û konser jî dê werin sazkirin. Herwiha tevahiya hesabên min ên medyaya civakî dê ji aliyê kompaniyê ve werin birêvebirin. Ev yekem car e ku Sony rêkevtineke bi vî awayî ligel hunermendek Kurd pêk tîne. Weke jinek Kurd ev yek ji bo min cihê şaneziyê ye.

Ez dixwazim bi saya vê kompaniya mezin, dîrok, çand û hunera Kurdî li cîhanî bidim nasîn. Bi saya vê kompaniya mezin bi sedan kes gelek navdar bûne û li tevahiyê cîhanê têne naskirin. Pêştir kompaniyên petrolê dihatin Kurdistanê. Lê niha kompaniyên weke Sony mezin ji bo karên hunerî têne Kurdistanê. Sûda vê yekê dê ji bo Kurdistan û hunermendên Kurd gelek be. Ev rêkevtineke gelek mezin e û ez di wê baweriyê de me dê bibe helkevta hinek gavên din jî.

Ev yek tê wateya ku ev sala bê Helly Luv dê zêdetir di rojevê de be…

Belê rast e, ti guman ji vê yekê nîne. Kompaniya Sony muzikê ji bo xebatên min budçeyeke mezin veqetandiye. Weke min gotî bo heyama du salan dê her du mehana carekê berhemeke nû dê hebe. Herwiha ligel kompaniyê albûmeke nû tê amadekirin. Jixwe tevahiya albumên hema hema amade ne, tenê hinek kar jê re mane.



We klîba Boy Bye li kuderê amade kir?

Tevahiya karên klîbê li Almanyayê hatin kirin. Tomarkirina dîmenan ji aliyê tîmeke profesyonel a Sonyê ve hat kirin. Derhêner û kamarevan hemû di karên xwe de gelek profesyonel in. Tevahiya klîbên min dê ji aliyê vê tîmê ve bêne kirin. Ez hêvî dikim ku berhem bi dilê şopînerên min jî be.

Di strana Boy Bye de strana kurdî ya navdar “Lorke” jî hate bikaranîn. Ev yek fikra kê bû û kompaniya Sony çawa pêşwazî li wê yekê kir?

Ev pêşniyara min bû. Ez Kurd im û ji zarokatiya xwe ve guhdariya stranên Kurdî dikim, lewma min xwest ku beşek ji vê stranê Kurdî be. Bêguman ji bo cihê şaneziyê ye stranên gelerî yên Kurdî li cîhanî bidim nasîn. Kompaniya Sony jî gelek bi erênî pêşwazî li vê daxwaza min kir. Bi min gelek baş bûye ku em straneke Kurdî jî bikar aniye.

Tu gelek kêm beşdariya konsera dibî. Sedema vê yekê çi ye?

Ez dixwazim li konsera tenê stranên xwe bibêjim. Min heta têra konserekê stran neçêkirine. Lê di sala bê de piştî ku min albûma xwe derxist ez dê li Kurdistanê û dervey welat konserên mezin saz bikim. Ligel kompaniya Sony rêkevtina me ya konseran jî heye.

Te çima heta niha stranên Kurdî negotine?

Bi Soranî û Kurmancî dest bi amadekirina du stranên kiriye. Ev sala bê ez dê pêşkeşî şopînerên xwe bikim. Ez dixwazim di warê muzika Kurdî gavên mezin bavêjim. Ez dixwazim qalîteya stranên min di asta cîhanî de be.

Piraniya stranên te derbarê jin û pirsên wan de ne. Di projeyên bê de stîla te dê çawa be?

Bi min pêwîst bû ku ez cih bidim gefên li ser jinan. Hêj gelek maye ku jin bi temamî mafên xwe werbigrin. Gelek kêmasî hene. Ez dixwazim bi berhemên xwe piştgiriya jinên Kurdistanê bikim. Bêguman di projeyên bide mijarên cuda dê hebin û peyamên min ên ciyawaz hebin bo civakê.

Tê gotin ku li Kurdistanê hinek berpirs û alî piştevaniya te dikin. Tu derbarê vê yekê de çi dibêjî?

Ez dixwazim bi rêya Rûdawê vê yekê ji xelkê me bibêjim; li Kurdistanê ti piştgirî ji min re nehate kirin. Li Amerîkayê ev sê salbûn ligel kompaniyeke muzikê rêkevtina min hebû. Tevahiya xebatên min ji aliyê wê kompaniyê dihat birêvebirin.

Jixwe heyameke dirêj e ti xebatên min nîne. Piştî ku rêkevtina min ligel wê kompaniyê bidawî bû, min ligel kompaniya Sony rêkevtin kir. Ev di berjewendiyê hunera Kurdî de ye jî. Çimkî hunera Kurdî dê li cîhanê jî were nasandin.

Rudaw
Top