Seyda Goyan: Dengbêjî dengê dîrokê ye
Seyda Goyan diyar kir ku li deverên çiyayî li gorî forma sirûşt, xwezaya erdnîgariyê; fonetîka dengê ji gewriyan tê cuda ye û got: “Erdnîgarî çi qas sar be, lerizîna pêlên dengan a li ser gewriya mirovan ew qas teng dibe. Lerizîna pêlên dengên herêmên germ û deştan, bi dîrêj û aheng in. Gewrî nerm dibe û ji hev diçe, dirêj dibe.”
Goyan dibêje: “Dengbêj; dengmêjû ye, yanî dengê dîrokê ye; ragihênerê devkî yê dengê dîrokê ji bo nifşên paşerojê ye.”
Lê kolînerê Kurd destnîşan kir ku erotîzma di stranên evîndarî û xoşewîstî de, bi qasî kurdan ti kesî bi hunereke ferhengî û estetîzekirî bilêv nekiriye û got: “Ew stranên erotîk, bûne sebr û teseliya ciwanên evîndar, wek alternatîfa hestên qedexekirî.”
Berhevkar û lêkolîner Seyda Goyan derbarê xebatên xwe yû dengbêjiya Kurdî hevpeyvîneke taybet pêk anî.
Rûdaw: Rola Navenda Kelepûra Kurdî ya Silêmaniyê çi ye û çi bandora wê di nêzîkirina çanda Bakur û Başûrê kurdistanê de heye?
Seyda Goyan: Enstîtuya Kelepûra Kurdî, kargeheke folklorîk e ser esasê parastina çanda tevahiya gelê Kurdistanê bi zanistî û akademik karên xwe dikin. Saziyeke komelayetî ye û ji siyasetê dûr e. Navenda Enstîtuya Kelepûra Kurdî li Silêmaniyê ye û rêvaberiya wê mamosta Mazhar Xaleqî dike. Di vê kargeha çandî û hunerî de, lêkolînên folklorik ên ber bi windabûyînê ve diçin wek mînak, nirxên millî, destkariya jin û mêran, edetên zewac, şîn, cilûberg, xwarin û vexwarinên kurdî, dîrok, şûnwarên dirokî, navdarên Kurdan, stran, govend, hemî cureyên folklorik bi video, foto û tekst têne tomakirin, û di beşa çap û belavê de tasnif û helsengandina wan têne kirin. Piştre karên encambûyî arasteyê xizmeta gel têne kirin.
Li her çar parçeyên welat xebatkarên xwebexş hene. Ji pêşerojê distîne radigihnîne paşerojê. Bi kurtahî em şîrove bikîn Enstîtû, kargeheke sîrkûlasyonî ye.
Çawa kû dema qala opera tê kirin, welatê Îtalya tê bîra mirovan, Elvîs Presley bi Rock n Roll tê nasîn, bavê muzîka protest a hemdemî, “Pete Seeger” Amerîkî tê bîra mirov. Di qada navdewletî de dema mijar bête ser muzîka Kurd, di serî de dengbêjî tê nasîn. Yanî dengbêjî di qada navdeweletî de sembola muzîka gelê Kurd e.
Teybetmendiyeka gelek balkêş a çanda dengbêjiyê ev e, “di nirxê netewbûnê de ji aliye nexêrxwazan ve tişta kû neşiyane destkarî lê bikin, naveroka wê biguherin an jî vala bikin yekane nirxê berxwedêr dengbêjî ye.
Ev çanda kevnare heta dûmahîka di salên 1970an de hem pirtûkxane, hem mass medyaya (amûra ragihandina bo civakê) bi deng bû. Hatina TVyan bû pêngava têkçûyîna Dengbêjî û edetên kelepûrî.
Tu fermanber bû, çi bû sedem an jî wesilê te dest berhevkirana berhemên çanda kurdî kir?
Sala 1993an bû pêngava çolkirina gund û ji rehderxistin û dawîlêanîna nirxên dîrokî û folklora li gundan. Jixwe geşepêdana folklorê li gundan dibin. Belê piştî gund hatin valekirin her malbetek koçê bajarên li welat û derveyê welat bûn. Rewşeke li ber çavan e ku dahatûya gelê Kurd her diçe ji wan nirxên folklorîk bêpar dimîne, kevneşopiya bav û bapîran nayê nezanîn û tê jibîrkirin. Ji wê çendê min jî li gorî derfetên xwe dest bi xebata lêkolîn û komkirina karên folklorîk kir.
Di arşîva we de çi berhem hene, tu dikarin hinek behsê bikî?
Min di yek beşî de kar nekir. Wek kelûpelên malekî li ber lêhiyê biherike, çi ber deste min ve hat, min ew kom kirin. Mînak; dijûn, nifir, gotinên pêşiyan, biwêj, lezlezok, mamik, gotinên pêşiyan, çîrokên mûstehcen, stranên dawetan, stranên dengbêjîyê, destan, destkariyên jin û meran cilûberg, xwarin-vexwarinên kurdî, leyistokên zarokan min kom kirine. Zêdeyê 20 filmên dokûmenterî derbarê çand û hunera Kurdî de min amade kirine. Min di 2008an de belgefîlmek li ser genimdirûn, genim kutan û savarçêkirina bi ahenga stranan li Şirnexê amade kir, wê berhama min di 2011an de li Elîhê di pêşbirka filmên dokûmenterî de xelata herî baş a duyemîn wergirt. Eva ne li bîra min in. Min li gorî derfetên xwe qasî ji destê min hatî tiştên derbarê folklara Kurdî de kom kirine. Wekî din di warê wênegiriyê de jî wêneyên folklorik ên rengên kurdî min berhev kirin û di gelek pêşangehên Enstîtûya Kelepûra Kurdî de li Silêmanî, Hewlêr, Duhok, Akrê, Amêdî heta li hinek bajarên Ewrûpoyê hate nişandan. Di sala 2018an de pênc wêneyên min girtî, bûne berga salnameya Apec Stokholmê.
Çima bi taybetî lêkolînên te li herêma Botanê dibin?
Wek min gotî lêhî li malê daye, ew mal jî Kurdistan e. Belê rastî piranî tişt min ji herêma Botan berhev kirine, lê min xwe bi navçeyek herêmek ve bi sînor nekir. Min ji Mexmûr bigre heta Stenbolê, ji Mêrsîna Tirkiyê bigre heya Ermenîstanê ez çûme. 2015an ji bo pêkvejiyana Kurd û Ermenan ez heyvek li Ermenîstanê mam, gelek gundên Kurdan ez geriyam, min gelek karên folklorik ji wan jî kom kir.
Tu paşeroja dengbêjiya kurdî çawa dibînî?
Mixabin, ez ti ronahî li paşeroja Dengbêjiyê nabînim. Teknolojî û înternetê, ne tene dengbejîyê qedand, di heman deme de li her dere dinyayê nirxên mirovayetî, nirxên millî, folklorik jî têk bir. Dewleta milletan heye dîsa dikarin nirxên xwe biparêzin û pêş de bibin. Lê ji bo me karesat e. Çanda Kurdî pere nake, ji bo nifşên nû danûstandin nabe. Pêşî serok û rêber û rewşenbîrên Kurdan giringî nadin ziman û çanda xwe da ku ji paşerojê çav lê bikin. Ev bar tenê ser milê xemxûrên xwebexş ve maye.
Ji bo dengbêjiya kurdî berdewam bibe, derman çi ye?
Derman, divê siyasetmedar vî nirxê netewî wek rêznameya partiya xwe gel rewşenbîran giringyê pê bidin. Divê li zankoyan beşek ser dengbejiyê bêne terxankirin û derfet ji dengbêjîyê re bene dabînkirin ku nanek pê were xwarin, eger na mehkûmê berzebûnê ye.
Bi kurt û kurmancî, mirov bi yek hevokê rave bike, “dengbêjî” çi ye?
Dengbêj; dengmêjû ye, yanî dengê dîrokê ye; ragihênerê devkî yê dengê dîrokê ji bo nifşên paşerojê ye.
Mijarên dengbejî çi ne û coreyên wê hene û dengbêjî li gor herêman te guhertin?
Stranên dengbêjan ên bi aheng û teşîya edebî têne ristin, estetîzekirin û têne neqlkirin ji bo paşerojê; ji sê mijarên sereke pêk tên: Yekem yên evîndariyê, duyem yên mêrxasiyê û sêyem ên şînê.
1- Stranên Dengbêjiyê Yên Evîndariyê
Ji egera baweriya ol û kevneşopîyên jiyana civakê; kurdan, rê li ber hevdîtina evîndariya keç û kuran girtiye. Ew qedexe car caran bûye sedema kuştin û mirina bi karesatên dilşewat. Li vê derê erka dengbêjiyê dikeve dewrê û hestên evîndaran, dibin îlhama dengbêjan.
Erotîzma di stranên evîndarî û xoşewîstî de, bi qasî kurdan bi hunereke ferhengî û estetîzekirî nehatiye bilêvkirin. Ew stranên erotîk, bûne sebr û teseliya ciwanên evîndar, wek alternatîfa hestên qedexekirî.
Bo nimûne:
“Emîno kuro tu şevkê
Were mala bavê min mêvanî,
Tu were tewafa cotê memikê mi zeriyê,
Ji te re pir xweştir e, ji axatiya Remaniyê…
Lawiko were de tu were,
Bila serê min qurbana serê te be,
Şevek ji şevên van peyîzan,
Mêvanê sing û berê dosta xwe be…”
Her çiqas dewr û dewran hatibe guhertin û jiyana îroyîn li gorî ya hingê gelek pêşketîtir û azadtir be jî, hêj şopa çanda qedexekirinê di mejiyê gel de zindî ye. Mînak, di tekstên stranên nûjen ên kurdên li Ewropayê dijîn de, herçend di standarda muzîka navdewletî de tevbigerin jî; lê şopên erotîk ên kelepûrî ên di bin bîra wan de mayî, di gotinên stranên wan de, têne dîtin.
Mînakeke berbiçav ji strana Ciwan Haco:
“Rûne rûne rûne
Di rex min de wer tu rûne
Bi çavan li min meyzîne
Min bixwe û bihelîne
Da min, da min, da min
Cohtê memkan wê da min
Ketime ser singa wê
Ketime xêra xwedê de”
2- Stranên Dengbêjîyê Yên Mêrxasiyê
Were hay lo hay lo hay lo dinyayê
Hesoyê Brahîm, sê dengan gazî dikêt Mehme Elî kurê bavê mino
Lê bira êdî, dengê te mînanî şêran, li kozikan, û çeperan
Li singê neyaran û dijminan li min nayêt
Wele Mehme Elî sê dengan gazî dikêt Heso
Hey mala te wêrano min çend caran got te, em pênc zilam în
Em ê ber barê pênc sed mêran de der nayên
De Xwedê xirav bikêt mala Pîrokan, Kejikan, Rûtikan, Terxankan, Dermalkan, Xesarkan
Toxakan, Bozikan, heft bavê Pencenariyan
Bira xaîn in li hindada min û te de nayên
Bila Xwedê xirav bikêt mala xûdanê Sûstem ê ji êvara gundan û pêde
Qalik qeta ye kêm û nakim pê nûkilê xencerê jê dernayê
Lê Wele, yeqînsi'ûda min li ezmanan nemaye
Ay de lo lo lo lewmanê xwîn bi destê birayê te ve nayêt wezîro
3- Stranên Dengbêjiyê Yên Şînê:
Ax seydikê mino
Ay dê rabe dê te seh kem wey de rabe da birîne te seh kem
Dê çara hîzarê ser û sîma û bin guhê te werkem
De keresiha vê çiyayî xweş bûye
Bavikê rebenî dê ji xwe re bihingê tê jî mexel ket
Ay lê jarê, ay sed caran li min jarê
Bizinan gazî dikine vê karê
Dê zozanên jorî hisarê were xwarê
De biçîne berîka jêrî
Ma te nezanî nêçîrvanên serdarê hemû neçîrvanan
Ketiya ber mereza vê mirinê
Ne wele babo ber xirêna vê tayê
Ax seydikê mino seydevano
Te bilûrbêjo tembûrvano
Şel û şepê merez ê kûviyano hey bavo
De min du sed zêrê osimanî heqê bertîl û şabaşê te dano
Te cotê xezêm zêran ber deriyê hişt bê xudano hey bavo
Li nêv hinek hozên navçeya Botan wek devera Goyan, Elkî, Çelê; heta nêzîkî derdora sala 1990 dawetên li wan navçeyan dihatine kirin; stranên dawetan bi dev, bê enstrüman bi vegerandina bêrîtebêj û dengbêjan dihatine gotin; lê piştî ev enstrûmanên wek saz û orgê, bi destên hin nezanan sala 1997an, ji bona çend qirûş bexşîş werbigrin, ew stranên kûvî û çiyayî, xweristî hê “notadan lê nehatî kirin”, bi awayekî amatorî û ji orjînalîteya stranan dûr, notasyoneke li gorî xwe lê kirin û strandin. Ew stranên nestêlih, ji naverok û reseniya xweristî dûr xistin û kirin bazareke ticarî.
Cihê daxê ye, kesek li hemberî vê kambaxiyê hevkariya min bike û dijî vê karesatê derkeve nebû. Li hemberî vê tekçûyînê, ez ketim nava bizavê ya komkirina stranan ji devê stranbêjan. Li gorî lêkolînên min, di stranên navçeya Botan de, bi teybet jî li devera Goyan, mirov li rastî hinek stranên pentatonîk tê.
Bo nimûne:
Stranên pentatonîk, cara yekem beriya niha bi çar hezar salan li Çînê di koçk û serayan, li perestgehên dinî de hatine xwendin; di pey re li Hindistanê, Japonya, Asyaya Navîn, Misir û Amerîkayê xuya bûne.
Dewlemendtirîn cureyên stranan ên ciyawaz li devera Botan têne dîtin. Navlêkirinên stranan wek, peyîzok, pîrepeyîzok, serêlî, lawje, heyranok, lawik, bêrîte û şeşbendî têne gotin.
Her kes dikare bibe bêrîtebêj, her bêrîtebêj nikare bibe dengbêj, her dengbêj jî nikare bibe serêlîbêj. Ev her sê cureyên hunermendiyê, ya li devera Botan û Behdînan, frekansa dengê gewriya wan li gorî awaz û maqamên stranên distirin kanalîze bûne.
Peyîzok, Serêlî, Lawje:
Babeta van her sê serenavên stranan, heman mijar e; tenê, li her herêmeke Botan bi navekî ciyawaz hatine binavkirin.
Forma melodiya peyîzokan li gorî maqamên stranên li herêma Serhed, Mêrdîn û Amedê, bi rîtmên ciyawaz tê honadin. Awazên wan bi xwe; li gorî xwerist, sirûşt, xweza û civaka wê erdnîgariyê reng girtine.
Li bajarê Şirnexê, li gel navçeyên wekî Silopî, Cizîr, Dihê, Perwarî dibêjin, “Peyîzok”. Hozên naverasta Botan, navçeya Goyan û li Behdînan, gundên li derûdorên Amêdiyê û wek Gulî, Nihêl, Batûfan û Sindiyan, dibêjin “Serêlî”. Li Colemerg û Çelê, Şemizdînan û Geverê dibêjin, “Lawje”. Yanî li Şêrnexê, peyîzok, li navçeya Goyan, serêlî û li Colemêrgê jî lawje tê gotin.
Di naveroka peyizok, serêlî û lawjeyan de, xoşewîstî, mêrxasî û şînî heye û babet her yek e. Di awazên serêlî, lawje, û peyîzokan û awazên stranên çermsorkên Îspanyayî de pêwendiyeke kinêteyî (genetîkî) heye.
Gelek binemalên nîjadkurd ji herêma Behdînan di pêvajoya heşt sed salên Dewleta Îslamî ya Endûlûsiyan li Îspanyayê bi cih bûne. Her çiqas di notasyonê de ji hev cûda be jî lê di melodiya stranên Botan û Çermsorikan de di bin hişê mirovan de bi awayekî “sublîmînal” dengsaziya awaza Botan û Çermsorikan saz dibe.
Bêrîte û bêrîtebêjî
Li Botanê di ahenga şevbêrkên bûk û zavayan de, bêrîtebêjî cihekî teybet digre. Rîtma bêrîteyan, ne wekî stranên dawetan e, ne jî wek stranên dengbêjiyê ne. Rîtmek di navbera her du awazan de ye.
Du Erkên Girîng Ên Bêrîtebêjan Hene:
1- Di dema bûk û zavayan de; şêniyên gund, bavik bavik an jî qebîle qebîle diçin pîrozbahiyê ji bo diyarî û xelatên xwe pêve bikin. Komên bêrîtebêjan, herî kêm ji çar kesan pêk tên; du kes dibêjin, du kes jî li wan vedigerînin; herî zêde jî ji deh kesan pêk tên; pênc distirin, pencên din li wan vedigerînin. Herwisa bi stranan, li pêşiya êl û rihsipiyên xwe dikevine ser rê û ber bi mala zavê ve diçin. Di heman demê de, eger li mala zavê komeke din hebe, bi dengê wan bêrîtebêjan radibine ser xwe û xanî ji wan kesên nû re vale dikin.
2- Ji bo ahenga bûk û zavayan, çar roj û çar şevan bi dawet û dîlanan pîrozbahî têne kirin.
Hin Teybetmendîyên Dawetên Navçeya Goyan û Bêrîtebêj:
Yek ji teybetmendiyên dawetên li navçeya Goyan jî ev e, bi reşbelekî yanî jin û mêr têkel dawet têne kirin. Jin azad e bikeve destê kîjan mêrî; lê mer wekî jinan nikarin bikevin destê her jinekê, enceq jin nasa wî be dikare bikeve destê wê.
Dawetên gund, heta şev tarî dibe dewam dikin; lê dema êvara dereng ber bi rojavabûnê ve diçe, dawetiyên mêr, ji bo jin ji dawetê biqetin herin malên xwe, rasterast nabe bibêjine jinan, “Ji dawetê derkevin!”; govendeke sivik û çepûrast tê kirin, mînak wek govenda sêmêlê.
“Hey sêmêlê, sêmêlê; halay hawar sêmêlê!
Girgira terembêlê; halay hawar sêmêlê!
Sêmêlê li ber çiya yî; halay hawar sêmêlê!
Şer xweş bû b’berembêlê; halay hawar sêmêlê!”
(Ev stran, di dema şoreşa Mele Mistefa Barzanîyê nemir de, piştî têkbirina leşkerên Sedamî, li devera Duhok û Zaxoyê hatiye gotin.)
Dema ev dawet tê leyistin jin bixwe wê govendê terk dikin, diçin malên xwe. Dawet heta derengî şevê dewam dike. Li ser daxwaza bavê zavê, gelek caran dengbêjên ji gundên derûdorê jî têne vexwendin li ser dawetê. Saet li dora heştê mexrabê dengbêj û gundî li mala zavê dicivin. Eger mêvan zêde bin, cîranên mala zavê jûra xwe ya mêvanan ji vexwendiyên mala zavê re terxan dikin û pênc-şeş dengbêjên bijare, hetmen bi cil û bergên şel û şapik an jî bi tirgal, kûm û kefî; li wê şevbêrkê amade dibin. Pêşî bi stranên destan û ser şeran hatî gotin dest pê dikin.
EMÎNÊ EHMED
Lo lo axawo hey la lê korê bejn û bala Emînê Ehmed
Lawê Perîxanê ji kul û dilê min û te ra rihana nêr e.
Hey la axawo wey la minê çandibu li derê hepisxana Diyarbekir
Hey la lê korê xuya dike li xopana ber simbêla
Wele wezê bişkînim derê hepisxana Sêrtê
Wezê jê berdim girtiyan û mehkuman û qatilan
Çaxê wezê li bejna xopana Geliyê Riman bejn û bala
Xalê Emînê Ehmed berdim koçk û bale bavê xwe ra bikim xêr a
Lo lo axawo wey lê bejna Emînê Ehmed lawê Perîxanê
Ji kula dilê min evdalê xwedê gey la maqûla rihana heyva vê sivatê
Wele minê çandibu li derê hepisxana Diyarbekir hey la lê korê
Sivhan û êvaran j imin ra xuya dikir xopana li ber bedenê devî latê
Wele bila kulê li esmana bikevî mala Qol Qumandarê Diyarbekir
Tabûr firqa Sêrtê, Alaya Wanê Mihemedê Resûl vêra
Ev e serê sê rojan e li pey Emînê Perîxanê,
Torînê mala bavê min rebena xwedê maqûla digerin tertîbatê
Lo lo axawo ev e deh sibe ye dilê min rebena xwedê ji kulan û
mereqên vê dinyayê hey la maqûla kemano kira kirr a
Wele minê dêna xwe dabiye tirimbêla Emînê Perîxanê
meşiyabune xopana ber avê ra bila kulê li esmana tu bi kul bî
Bikevî mala Ehmedî Mistê tevî Qol Qumandarê Diyarbekir
Gulekê berdane bejn û bala Emînê Ehmed lawê Perîxanê
Ev ru şîn e xwînê girtibu simbêlê sorgevezê
Xwe berdane xwedawo ser taximî didanê zêra yê
Piştî çar pênc stranan, beşdarên di wê kom û civatê de dema ji stranan têr dibin, mêvan hino hino karûbarê xwe û çûyîna malê dikin. Tam di wê heynê de ji bo şevbêrk neyê terikandin, bêrîtebêj têne pêş, çar kes bi hev re qêr dikin bêrîtê û çar kes jî li wan vedigerînin;
Ez çûme Cizîrê heylo mîro
Şirnex û pê de
Cotekî xulaman heylo mîro
Wê di nava rê de
Hingî ez pirsyar dikim heylo mîro
Mîr Sêvdîn di qeydê de
Ez çûme Cizîrê heylo mîro
Deriyok dadayî
Cotekî xulaman heylo mîro
Konê de razayî
Hingî ez pirsyar dikim heylo mîro
Mîr Sêvdin nemayî
Ez çûme Cizîrê heylo mîro
Deriyok daxistî
Cotekî xulaman heylo mîro
Pistê de nivistî
Min jê pirsyar kir heylo mîro
Mîr Sêvdîn e kustî
Rewşa civatê ji nû ve geş û gur dikin. Beşdarên koçkê, li gel dengbêjan deşarj dibin. Eger pêdiviyek an pêwistiyeke dengbêjan hebe di wê heynê de bi cih dikin; destav, çixarekişandin yanî bêhnvedanekê ji bo dengbêjan didin. Ji bo dengbêjan bistên goşt tê biraştin. Li dormedorê koçkê, di navbera her metreyekê de, sêniyek gûz û mewîj, sêniyek tûtin û çend desteyên perên çixaran têde, li ber mêvanan têne danîn.
Bêrîtebêjî herî kêm du bi du, herî zêde pênc bi pênc bi hev re dibêjin. Birek distire û bira dî li wan vedigerênin; herwisa du-sê bêrîte têne gotin, dîsa bi stranên dengbêjan dikevine dewrê, carina bi serêlî, peyîzok û lawje carina jî bi stranên şer û destanan dewam dikin. Ev sîrkûlasyona bêrîtebêj û dengbêjan, heta bi ber banga beyanîyê dewam dike. Ji welatiyên beşdar jî hinek kes ji bo bêrîtebêjan, hinek jî ji bo dengbêjan tên wê kom û civatê. Hinek ji wan kesan, bi banga sibê re diçine malên xwe; hinek kes ji bêxewiyê disihirîn yanî ji bêxewîyê ji taqet dikevin wisa bi kincên xwe ve li kêleka hev radizin
Geşepêdana di hunera dengbêjiyê de gelekî bipêşketî ye. Mînak, wateya danîna her du destan a li ber her du guhan, ji bo guhdarî û kontrolkirina deng e; bi wî awayî bi tiliya navîn guh tê girtin daku rê li pêşiya detonebûnê bête girtin. Dengbêj, otokontrola deng xwe bi tilîxistina ber guhê xwe ji monîtorên li ser dikên konseran ji bo hunermenda têne danîn çêtir e. Dengbêj ew teknîk berê monitor ji bo hunermendan dengê xwe kontrol bikin keşif kirin e.
Li Şirnex, Silopî, Cizîr, Goyan, Dihê û Perwarîyê dibêjinê, “Bêrîte”; li Colemêrg, Çelê, Şemizdînan û Geverê dibêjinê, “Şeşbendî”; li Amed û aliyê Serhedê dibêjinê, “Bêlûte, Bêlimte”.
Bandora Erdnîgariyê ya li ser guherîna fonetîk, deng û lerzan
Deng û awaza herêman, li gorî erdnîgariyê form girtiye.
Mînak:
Li deverên çiyayî li gorî forma xweist, sirûşt, xwezaya erdnîgariyê; fonetîka dengê ji gewriyan tê cuda ye. Lerz û pêlên (frekansa deng) ya di stranên peyîzok, serêlî û lawjeyan; remza dengvedanê ya çiya û baniyan e. Deng û awaza stranan ji dengvedana çiya û girûbanan rengê xwe girtiye.
Erdnîgarî çi qas sar be lerizîna pêlên dengan a li ser gewriya mirovan ew qas zirav û gewrî teng dibe.
Lerizîna pêlên dengên herêmên germ û deştan, bi dîrêj û aheng in. Gewrî nerm dibe û ji hev diçe, dirêj dibe.
Du pirsen li pey hev ez ê ji te bikim, “ji van xebatên te yên bi salan e biencam bûyî, berhemên berbiçav çi jê derket in û wekî din tu ji aliye wan kesên bi çalakiyên medya û çand û hunerê ve pêwendîdar, hunermend, rewşenbîr, û hempîşeyên xwe ve çawa hatî pêşwazîkirin?”
Ji encama xebatên min 5 pirtûkên folklorîk derketin ku jê 3 pirtûk stranên folklorik in, yek jê antolojiya dengbêjan, ya dîtir Destan e. Ev pirtûka destanan ji sê beşan pêk tên. Destanên ayînî, mêrxasî, û xoşewîtîyê bi devoka Goyanî hatyiye çapkirin.
15 filmên dokûmenterî derbarê jiyana berê de weke destkariyên jinan û xwarin û kiştûkalî hene.
Pirsa duyem heta îro wek rexne nehatiye min, berevajoyê wê ji aliye her kesî ve ez bi pîrozbahî û şanaziyê hatime pêşwazîkirin, di vê navbere de gelek keda min hatiye dizîn, lê ya herê ez pê êşiyam filmê dokûmneterî ya der barê kiştûkaliya li devera Şirnexê tê kirin karê genimdirûn, destar, genimkutana bo savarê bû. Di civaka me Kurdan de hinek diz hene bi maskeya hunerî xwe diveşêrin hestên netewayetî derfet dibînin û ser navê hunermendiyê hunerdiziyê dikin.
Rudaw