• Thursday, 16 May 2024
logo

Li Qamişlo Festîvala Helbesta Kurdî birêve çû

Gulan Media December 14, 2019 Hunerî
Li Qamişlo Festîvala Helbesta Kurdî birêve çû
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê 24emîn Festîvala Helbesta Kurdî birêve çû.

Di festîvalê de hejmarek ji nivîskar, helbestvan û rewşenbîrên Kurd amade bûn.

Îsal ji ber rewşa Rojavayê Kurdistanê, festîvala helbesta Kurdî, tenê bi çalakiya pêşkêşkirina xelatekê birêve çû.

Di festîvalê de helbestvanê Rojavayê Kurdistanê Deham Ebdulfetah hate xelatkirin.

Herweha spasname û rêzgirtin pêşkêşî helbestvanê koçkirî Mele Beşîr hate kirin.

Endamê Komîteya Amadekar a Festîvala Kurdî, Can Îbrahîm ji Rûdawê re ragihand, “Îsal rewş awarte bû, ji ber teqîn û dagîrkeriya li Serê Kaniyê û Girê Spî me nexwest, çalakiyeke wêjeyî çê bikin, me tenê xwest xelatekê bidin.”

Rudaw
Top