• Thursday, 16 May 2024
logo

Pirtûka 'Edebiyata Kurdî' belav bû

Gulan Media December 3, 2019 Hunerî
Pirtûka 'Edebiyata Kurdî' belav bû
Pirtûka bi navê, ‘Edebiyata Kurdî’ ku taybet bo xwendekarên lîseyê ji aliyê hejmareke lêkolîner û rewşenbîrên Kurd ve hatiye amadekirin belav bû.

Pirtûka ‘Edebiyata Kurdî (Kurmancî)’ ku ji aliyê nivîskar û lêkolînerên Kurd Alî Çîftçî, J. Îhsan Espar, Mahmûd Lewendî, Hesenê Metê, Amed Tîgrîs ve hatiye amadekirin belav bû.

Ew grûpa nivîskarên vê pirtûka ku zêdetir bo xwendekarên asta lîseyê hatiye amadekirin, derbarê danasîna pirtûkê daxuyaniyek belav kirin û ragihandin ku “Giranîya vê pirtûkê bi kurtî li ser dîroka ziman, klasîkên Kurdî, ekola Hawarê, edebîyata modern û folklora Kurdî ye.” Ew nivîskar dibêjin di edebîyata Kurdî de wan tenê berhemên zaravayê Kurmancî hilbijartin bo vê pirtûkê bingeh girtine û ji ber hindê navê wê weke, ‘Edebîyata Kurdî - Pirtûka Waneyên Bi Kurmancî’ danîne.

Nivîskarên pirtûkê tekez dikin ku ew pirtûk ne antolojî ye armanca wê amadekirina vê pirtûkê jî wiha zelal dikin, “Armanc ji vê pirtûkê ew e ku di dersên Kurmancî de derbarê edebîyata Kurdî de zanîneka bingehîn pêşkêşî xwendekaran bike. Ji ber vê yekê jî di hilbijartina berheman de me xwe bi sînor kir. Û bêguman di edebîyata Kurmancî de gelek berhemên hêja û nivîskarên qedirbilind hene ku di vê pirtûkê de cîh negirtine.”

Ew nivîskar dibêjin, “Heta ku ji destê me hat, me ji nivîskaran berhemên li gor asta xwendekaran û ji Kurmancîya navçeyên cuda cuda hilbijartin. Em welê bawer dikin ku ev di warê nivîsa Kurmancîya giştî de ji bo şagird û mamosteyan bibe alîkar.”

Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku hejmareke prensîban bingeh hatine girtin û hatiye diyarkirinî, “Ji bo ku xwendekar koka gotinê winda neke û jê re nebe serêşî, me di rewşa tewangê de koka resen a gotinê parast” ji bo vê rewşê jî çend nimûneyên weke, “Gotina rê weke rêya min, dê weke dêya min, alîkarî weke alîkarîya min. Û ew gotinên ku bi çend babetan di tekstên pirtûkê de hebûn, me ji wan yek hilbijart daku tevlihevî çênebe. Weke nimûne: dinya, dunê, dinê me weke dunya bi kar hanî.”

Rudaw
Top