• Thursday, 16 May 2024
logo

Ji kampa penaberiyê bo bînerên milyonî: Vîvyan Nûrî

Gulan Media December 1, 2019 Hunerî
Ji kampa penaberiyê bo bînerên milyonî: Vîvyan Nûrî
Navê wê Vîvyan Nûrî ye û niha tenê wek “Nouri” tê nasîn. Vîvyan Nûrî ev navdarî jî di nava 8 mehan de bi dest xistiye.

Strana Vîvyan Nûrî “Where Do We Go From Here” di adara îsal de yek milyon bînerên wê hebûn. Niha ji bo bêtirî milyonek û 165 hezar bînerî bilind bûye. Paşê jî di rêzbendiyên Erebistana Siûdî, Kuweyt, Iraq û Filistînê de bû pêşenga wan stranên ku zêdetirîn bîner û guhdarên wan hebûn. Lê strana wê ya berê “Favorite Goodbye” her tenê 260 hezar bîner li ser YouTube derbas kir.

Nûrî sala 1993 li Sûriyê û di penaberiyê de ji dayik bû. Du salan berê dê û bavê wê ji Başûrê Kurdistanê çûbûn Sûriyeyê. Wê çaxê temenê wê 3 sal bû gava hikûmeta Zelandaya Nû rizamendî li ser wergirtina malbata wê nîşan da. Hewcedariya yek ji xwişkên wê bi çareseriya pizîşkî ya lezgîn hebû. Ev jî hokar bû ji bo ku hikûmeta Zelandaya Nû biryara wergirtina wan wek penaber bide. Nûrî û malbata xwe sala 1995 gihiştin Zelandaya Nû.

Dema zarok bû guhdariya stranên Christina Aguilera, Britney Spears, Michael Jackson û Whitney Houston dikir û niha jî wan wek îlhamdarên xwe yên yekem dibîne. Nûrî ji rojnameya Arabnews a siûdî re dibêje: “Temenê min 7 sal bû dema min stranên wan digotin. Lê ez ti carî ne piştrast bûm ku dê çavlêkirina min rast derkeve yan na.”

Di temenê 9 saliyê de ji behreya xwe piştrast bû. Dema ji bo cara yekem beşdarî şoveke testkirina behreyan bû û strana “When You Believe” got. Ev stran cara pêşî wek duet ji aliyê Whitney Houston û Mariah Carey ji bo fîlmê animation ê “Mîrê Misrê” hatibû gotin. Nûrî ti carî liçepikxistina cemaweran di wê rojê de ji bîr nake.

Nûrî li zanîngehê zanista komputerê dixwîne. Lê hê zû jê re derket ev ne ew war e ku ew dixwaze jiyana xwe li ser ava bike, lewma di 2017an de molet wergirt û berê xwe da Amerîkayê. Pêşî dixwest şens û behreya xwe test bike û heke serkeftî nebû vegere ser xwendina xwe.

Destpêka îsal, bi yekcarî çû Los Angeles li Amerîkayê. Ew li ser karên xwe yên hunerî dibêje: “Eger tu bi xwe bî, tu ti carî nizanî karê te kengî xelas dibe. Lewma baştirîn kar ew e tu bidî destê kesekî din û ew dê ji te re bêje kengî ji bo weşanê amade ye. Yek ji baştirîn tiştên Los Angelesê ew e ku tu dikarî bi wan produseran re bixebitî ku xelata Grammy standine. Herwiha bi wan re jî ku nû tên şûna piyên xwe tekûz bikin.”

Jiyan û karê hunerî li bajarekî wek Los Angelesê ne karekî hêsan e. Di demekê de ew bajar wek hêlîna hunermend û brandên cîhanî yên hunerê tê hejmartin. Lê stranbêja Kurd di xwe de dibîne li ber guvaşa wî bajarê qerase li ber xwe bide û dibêje: “Li Los Angelesê her roj ezmûneke nû ye. Ez li ser muzîka nû, fêrî tiştan dibim. Ez fêrî konseptên nû dibim û mirovên nû dibînim. Herwiha ez çandeke nû jî nas dikim.”

Berî bigihe Los Angelesê, ezmûna Nûriyê ya karkirina bi hunermendên wî bajarî re hebû. Sala 2017an straneke komedî (Daddy Home 2) got. Ji dema ku li Los Angelesê niştecih bû, di çend lîstikên lîgaya basketbola Amerîkayê de stran gotine. Lê dîsa ev têrê nake da ku bigihe navdariyê.

Baweriya Nûrî bi hizir û guherîna xwebixwe tê. Vê di şêweya karkirina wê de jî reng vedaye. Lewra ji rojnameya siûdî re dibêje: “Berî ez herim studyo yan dest bi nivîsandinê bikim, konseptek di mêjiyê min de ye li ser tiştê ku ez dixwazim wek stran bêjim. Lê ew raman hinek caran diguhere û divê ez di wê rewşê de nerm bim. Pêkan e ez li studyoyê bim û guhê min tonekê bike û ew ton muzîka min biguhere. Carina em bi melodiyekê û carina jî bi lîrîkekê dest pê dikin.”

Perwerdeya malbatî bandoreke mezin li ser serketina Vîvyan Nûrî kir. Wek ew bi xwe dibêje: “Diya min em hemû fêrî dîsplînê kirin. Pêşî pir zehmet bû ez diya xwe îqna bikim ku dixwazim bibim stranbêj. Lê gava dît ez çiqasî bi dijwarî kar dikim ji bo ku bigihim wê hêviya xwe, hizira wê jî guherî.”

Nûrî demeke dijwar qut kir heta giha roja niha. Ew dibêje konê wan li kampa penaberan li Sûriyeyê ewqasî biçûk bû ku diya wê bêgav bû piyê xwe bibe derveyî kon.

Niha hunermenda Kurd xwedî xewneke mezin e û dibêje: “Ez dixwazim rojekê bibim mezintirîn hunermend. Ez dixwazim tiştekî li paş xwe bihêlim ku li bîra xelkê bimîne. Pîşesaziya muzîkê tije rikeberî ye. Lê ez dixwazim serkeftî bim. Berî her kesî ez bi xwe re rikeberiyê bikim. Çîroka min çîroka çend milyon kesên din e û dixwazim ew çîrok bê bihîstin. Bêguman çend meremên min hene. Wek wergirtina Grammy û paşê wergirtina Oscarê û piştre jî çêkirina belgefîlmekî li Netflixê.”

Stîla muzîka Nûrî ew cûre ye ku cemawerên wê pir in û hunermend jî dixwaze hunera wê soz û hestên xelkê derbibirre. Lewma bo rojnameya siûdî dibêje: “Ez dixwazim muzîka min di heman demê de xelkê bireqisîne û wan bi girî jî bide. Gava ez dipeyivim, ez bi kotekî dikarim xwe derbibirrim. Lewma ez di muzîkê de evqasî vekirî me. Ez bi rêya muzîkê xwe derdibirrim. Ez bi rêya lîrîkên xwe hinek tiştan dibêjim ku xelk newêrin qala wan bikin.

Rudaw
Top