• Friday, 17 May 2024
logo

Pirtûka derbarê jiyana rewşenbîrê Kurd Celîlê Celîl de belav bû

Gulan Media November 29, 2019 Hunerî
Pirtûka derbarê jiyana rewşenbîrê Kurd Celîlê Celîl de belav bû
Pirtûka bi navê, ‘Jiyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî’ ku derbarê jiyana rewşenbîrê Kurd Celîlê Celîl de hatiye nivîsandin belav bû.

Pirtûka ku hevpeyvînên Prof. Dr. Celîlê Celîl ên di navbera salên 1991 û 2019an di rojname, kovar, televîzyon û ragihandinên cuda de belav bûne li xwe digire, ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve bi navê, ‘Jiyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî’ ve hat belavkirin.

Di wê pirtûka ‘Jiyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî’ jibilî mijarên derbarê, ziman, wêje û folkloara Kurdî de, derbarê malbata Celîl de jî ku zêdetirî 80 sal e xizmeta wêje û folklora Kurdî dike de, zanyariyên berfireh hene.

Ew pirtûk ji aliyê nivîskar Nîhat Gultekîn ve hatiye amadekirin û Gultekîn derbarê pirtûkê de dibêje, “Her çiqas xelk Celîlê Celîl û malbata wî nas bike jî, min xwest aliyên ku nayên zanîn pêşkêşî xwîneran bikim.”

‘Jiyaneke Li Pey Zanyarîyên Kurdî’ ku ji aliyê Weşanxaneya Lîsê ve hat belavkirin ji 384 rûpelan pêk tê.

Rudaw
Top