• Saturday, 27 April 2024
logo

Ji HDPê banga Erdheja Mereşê

Gulan Media February 6, 2023 Nûçe
Ji HDPê banga Erdheja Mereşê

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ragihand piştî erdheja ku navenda wê navçeya
Bazarcix a Mereşê bû, rêxistinên navçe û bajaran ên partiyê ji bo xebatên lêgerîn û rizgarkirinê seferber bûne, HDPê her wiha li ser hesabê xwe yê Twitterê banga hevgirtinê hat kirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya HDP de hat diyarkirin ku ji ber erdhejê "Navenda Koordînasyona Krîzê" ava kirin û xebatên ku li herêma erdhejê bên kirin dê ji vir ve bi koordînasyonê bên kirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ji ber erdheja li gelek parêzgehan bandor kiriye partiyê bi hemû derfetên xwe ketiye nav liv û tevgerê û got, “Di vê çarçoveyê de şandeya di bin serokatiya Hevseroka me Pervîn Buldan de wê li Amedê û Hevserokê me Mîthat Sancar jî li Edeneyê tevlî xebatên alîkariyê û piştgiriyê bibin. Her wiha şande û saziyên me yên parêzgeh û navçeyan ên li herêma erdhejê cih digirin ji bo qurbaniyên erdhejê alîkarî, debara jiyanê û xebatên lêgerîn û rizgarkirinê seferber bûne.”

Li ser hesabê Twîtterê yê HDPê hat gotin, “Roj roja mezinkirina hevgirtinê ye. Ji bo zarokên ku li cihên erdhejê dicemidin, pêdiviya wan bi betanî û montan heye. Em bang li welatiyên ku di erdhejê de mexdûr nebûne dikin ku alîkariya tîman bikin bêyî ku astengî li wan bikin û bang dikin ku betanî û montên xwe yên zêde bibin cihên kavilan.”


Buldan jî got, “Ez ji welatiyên me yên ku di erdhejê de zirar bûne re hêviya başbûnê dixwazim. Ji bo welatiyên me yên canê xwe ji dest dane rehma Xwedê û ji birîndaran re jî şifaya bilez dixwazim. Êşa me mezin e, dilê me li herêma erdhejê ye. Bi mezinkirina hevgirtinê em birînên xwe derman bikin.”


HDP: Li girtîgehan ti pirsgirêk nîne

Di daxuyaniya Ofîsa Hiqûqê ya HDPê de li ser rewşa girtîgehan daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em hatin agahdarkirin ku li girtîgehên parêzgehên ku erdhej lê pêk hatiye ti pirsgirêk nîne. Ji bo girtî bi malbatên xwe re têkiliyê deynin, hewldanên me dewam dikin.”

 

Rudaw

Top