• Friday, 26 April 2024
logo

Li Misrê di nexwaşxaneyekî de şewat derket: 3 kes mirin, 32 kes birîndar bûn

Gulan Media February 2, 2023 Nûçe
Li Misrê di nexwaşxaneyekî de şewat derket: 3 kes mirin, 32 kes birîndar bûn

Li paytexta Misrê Qahirê di nexwaşxaneyekî de şewat derket û 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 32 kesên din jî birîndar bûn.

Li paytexta Misrê Qahirê di beşa radyolojiya nexwaşxaneyekî de şewat derket û ji ber wê şewatê 3 kesan canê xwe ji dest dan, 32 kes jî birîndar bûn.

Piştî şewatê gelek tîmên agirkuj û ambulans geheştin cîhê bûyerê û birîndar ji nexwaşxaneyên derdorê re hatin veguhestin.

Wezareta Tenduristiya Misrê ragehand, nexwaşxane ser bi Saziyekî Civaka Sivîl e û şewat jî hatiye kontrol kirin.

Heta naha nayê zanîn sedemê şewatê çiye û derbarê şewatê de jî lêkolîn hate destpê kirin.

 

Basnews

Top