• Thursday, 16 May 2024
logo

Hunermendê navdar yê Kurd koça dawî kir

Hunermendê navdar yê Kurd koça dawî kir
duhê bi şev li Silêmanî wefat kiriye
Duhê êwarê hunermendê navdar yê Kurd Îsmaîl Sebûrî li bajarê Silêmanî koça dawî kir.

Hunermend Îsmaîl Sebûrî di sala 1956 li bajarê Kirmaşan ya li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye, sala 1979 beşê huner li zanîngeha Tehranê xelas kiriye.

Heta dema ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûye 105 stiran tomar kiriye.

Demeke dirêj bû ku li bajarê Silêmanî bicîh bibû û liwir jî albûmek bi navê Bîrewerî tomar kiribû.

Sebûrî jiber rawestana dil, canê xwe ji dest daye.

Top