• Sunday, 25 August 2024
logo

Zimannas Elî Paksirêşt: Kurdên soran kar dikin û yên kurmanc jî tenê sloganan didin

Zimannas Elî Paksirêşt: Kurdên soran kar dikin û yên kurmanc jî tenê sloganan didin
Metirsiya li ser kurdî roj bi roj zêde dibe. Pisporên zimên di wê baweriyê da ne heger zarok bi zimanê dayika xwe perwerde nebin wî zimanê ji bîr dikin. Ligel kemûkurtiyan niha perwerdeya bi kurdîya kurmanciyê li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê heye. Lêbelê hîn ew derfet li Bakurê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê tuneye.

Di warê geşedan ziman û hebûna weşanxane, kovar, beşên kurmancî li çend zankoyan jî rêliber zindîmayîna kurmanciyê vedikin li Bakurê Kurdistanê. Zimannas û Berpirsê Weşanxaneya Pênivîsê Elî Paksirêşt rewşa kurmanciyê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji BasNewsê ra şîrove kir. Elî aşkere dike di warê xebatên ziman da rêliber kurdî vekiriye û kurdên soran bêyî xebata ziman siyasî bikin bi vekirina weşanxane, derxistina kovaran derfetên baş peyda kirine bo soraniyê. Lêbelê kurdên kurmancîaxiv tiral in û di warê ziman da bes sloganan didin.

Li gor zanyariyên li parêzgehên Xorasanên Bakur û Rezevî kurdên kurmanc dijîn. Dihête gotin hejmara wan nêzî du milyonan e. Bajarên Deregez, Qûçan, Şîrvan, Esferayîn, Bijnûrd…. Herwiha hejmara kurdên kurmancîaxiv li bajarên Ûrmiye, Şino, Selmas, Sêro, Xoy, Kotol, Qereziyadîn, Çardêran, Poldeşt, Oregelî, Şot, Makû, Bazirgan zêde ne. Jibilî vêya, hejmareke berbiçav a kurdên kurmancîaxiv li bajarên Tehran, Xelxal, Demavend, Rûdbar, Qezvînê, Îsfehanê hene. Em dizanin serjimêrî li Îranê tuneye gelo çiqas kurdên me yên kurmancîaxiv li Îranê hene bajarên kurdan hene?

Divê bibêjim serjimêrî li Îranê heye lê ligorî her qewm, gel, netewe, olên... cuda nîne, bi giştî ye. Heya niha tu amarên fermî ser hejmara kurdan û gelên din bi giştî û ya kurdên kurmanc bitaybet nehatiye weşandin lê ligorî texmînan mirov dikare encamekê derxîne. Mamoste Kelîmullah Tevehudî, lêkolînerê navdar ê Xorasanê, hejmara kurdên kurmanc ên Xorasanê bi qasî du milyonan texmîn dike û eger em encama dengdana hilbijartinên xwecihî li bajarên ji Ûrmiye heya Makûyê li parêzgeha Azerbaycana Rojavayî li bakûrê rojavayê Îranê ber çav bigirin, ku pirtir kurd dengan didin kurdan û tirkên azerî jî dengan didin tirkan, mirov dikare hejmara kurdên kurmanc milyonekî texmîn bike û eger hejmara kurdên kurmanc ên metropolan jî lê zêde bibe mirov dikare sê milyon û tiştekî wekî gelheya kurdên kurmancî-axêv li Îranê diyar bike.

Niha perwerdeya bi kurdîya kurmanciyê bi tenê li bakurê Kurdistanê û li Rojhilatê Kurdistanê tuneye. Rewşa Bakur ligel ya Rojhilatê di di warê hebûna weşanxane, kovar, hebûna çend beşên zankoyan ji ya Rojhilatê welêt baştir xwiya dike û hejmara kurmancîaxivan jî herî zêde li van herdu parçeyên Kurdistanê ye. Li Îranê û Rojhilatê çi metirsî li ser kurmanciyê hene hene?

Eger mebest ji perwerdeyê xwendina li dibistanan an zanîngehan be, li vir hîn kurmancî di perwerdeyê de tuneye. Lê di warê weşanxane, kovar û çapemeniyê de divê bibêjim kurdên me yên kurmanc gellekî tiral in, çima? Ji destpêka Şorişa Îslamî ya 1979an ve tenê li parêzgeha Kurdistanê ji 430yî pirtir kovar, heftename, rojname... bi kurdiya soranî hatine weşandin an jî tên weşandin. Rê bo wergirtina destûra van tiştan bo hemûyan vekirî ye, mixabin kurdên kurmanc li vir her tiştî bi berçavka siyasî lê dinêrin yanê çanda xwe siyasî kirine lê kurdên soran siyaseta wan a çandî heye û sînorê çand û siyasetê tevlihev nakin loma jî serkeftî ne. Yanê kurmanc hema îro jî dikarin wekî soranan kovaran... derxînin. Heya vê gavê tu kovar an heftenameyeke bigiştî kurmancî li Îranê derneketiye û tenê carinan di çend rûpelên dawîn ên çapemeniyên soranî de bi kurmancî hebûne.

Demek e ez dixwazim kovara Kurmancnameyê bi kurmancî derxînim û min ji hemû kesên nas dikin re jî gotiye lê kes nanivîse û eger kêm zêde hebin jî bi farisî dinivîsin. Li TVya SAHARê jî biqasî du saetan bernameyên bi kurmancî hene lê kesên li wir ne pispor in û tenê li berjewendiyên xwe yên ferdî digerin, bernameyên wan pirr lawaz in, li Ûrmiye, Meşed, Bijnûrd, Tehranê jî radyoyên bi kurmancî hene lê asta bernameyên wan xurt nîne.

Em hinekî behsa rewşa berheman kurmanciyê bikin li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Em dizanin li Xorasanê xebatên Kelîmullahê Tevehudî bi salan e bi tena serê xwe rewteke nivîsandin û çapkirina berhêm kurmanciyê li Xorasanê daye destpêkirin. Herwiha cenabê te jî li Têranê bi vekirina Weşanxaneya Pênivîsê û çapkirina berhemên kurdî ketiye bin barê kurmanciyê. Karê weşangeriyê çawa bi rêva diçe? Berhêm dihêne nivîsandin? Hûn xwêneran peyda dikin?



Mamoste Tevehudî bo berhevkirina çanda kurdên Xorasanê gellek xebat kiriye lê divê bibêjim rewşa kirrîn û xwendina pirtûkên kurmancî pirr nebaş e. Tenê nivîsîn bes nake divê xwendin hebe, nîşqaş hebin, danûstandin hebin. Romana Hawara Bilûrê ya Ûsivê Hemîd yekemîn romana kurmancî ye ku li Îranê hatiye çapkirin û piştî du salan hetanî jê re bernameyeke piçûk a rûvekirinê jî li dar nexistine! Me 100 cild çap kir û piştî du salan hîn jî hejmarek maye û me hinek jî hema pêşkêş kirin! Mînak, min Şivanê Kurmancan çap kir, şand Xorasanê û piştî salekê tenê cildek hatiye firotan. Ev mînaka diyar dike ka rewş çawan e. Min ji bîstî pirtir romanên kurmancî li farisyê dan wergerandin û çapkirin lê mixabin li ser destê me man. Ji Jan Dost, Seydo Aydoxan, Helîm Yûsiv, Hesenê Metê, Mihemed Ûzûn, Şahînê Bekir, Sîma Semend, Erebê Şemo, Firat Cewerî, Egîtê Xudo û nivîskarên din wergerên farisî hene lê min heya nedîtiye kurmancek ser van tiştekî hema bi farisî jî binivîse. Lê ser torrên civakî wekî Telegram û Instagarmê çalakî hene û ev jî karên cidî nînin.

Gelek kovar, weşanxane û navendên kurdiya soranî li Rojhilatê Kurdistanê hene. Em dizanin li Zankoya Kurdistanê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî heye û perwerdeya wê jî bi kurdiya soranî ye. Gelo çima zana, rûşenbîrên kurdên me yên kurmanc serkêşiyê jî kurmancî ra nakin? Navendan venakin bi vî barî ra ranabin?

Ev pirsa min dixe bêriya çîrokeke bav û kalan a bi navê Tiral Elî û Medê. Elî tiral bû û Medêya jina wî jîr. Elî li bin dara sêv radiket û digot sêvê were têkeve devê min! Medê bi şivan lê dida û digot divê rabî û bixwe hilkişî darê û sêvan bixwî, sêv bixwe nayên. Ev bûye qiseya kurmancên me yên li vir ku dibêjin bila dewlet her tiştî ji me re bike û bibêje fermon ev beşa ziman û wêjeya kurmancî û werin li pişt maseyê rûnin. Min du hefteyan beriya niha pirtûka Got û Giliyên Bav û Kalan a Evdile Ateşzeban jê re weşand, duh ji min re digot ez pirtûkan belaş jî didim hin hevkarên min ên mamosteyên dibistanan dîsan jî wernagirin û dibêjin kurdî yanê siyasî! Dema asta xwebaweriyê û agahiyan ser mijarekê kêm be, ji rewşa heyî baştir nabe.

Li zanîngeha Kurdistanê jî beşa ziman û wêjeya kurdî heye lê nav kurdî ye û hemû tişt tenê bi Soranî ye, ne Kurmancî ne Hewramî ne Zazakî tê de tunene. Wezareta Dadê ya Îranê beşa wergera fermî jî damezirandiye lê tenê bo Soranî ye. Bo weşanxaneyê jî ji sedî pirtir weşanxaneyên soran hene û hejmara weşanên kurmanc nagihîje tiliyên destekî û tîraja pirtûkên ku em çap dikin bi navgînî 30 cild in û wê jî nakirin. Bi giştî, Kurmancî û Soranî di bin banê siyasetekê de ne, lê soran kar dikin û kurmanc jî tenê sloganan didin.

Cenabê te û çend rewşenbîrên din ê li Xorasanê, Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi kurmancî dinivîsîn behsa serdestiya soraniyê ser kurmanciyê dikin. Gelo ethnosentrisma zimanî peyda bûye? Dikarî ji me ra şîrove bikî?

Profesor Dr. Emîr Hesenpûrê gorbihişt ku bixwe kurdê Soran ê Mihabadê bû û nivîsareke dirêj a bi navê Şovenîsma Soranî û Efsaneyên wê nivîsîbû û ji min re şand, min ew kir farisî û ser torrên civakî danî. Hin xwîşk û birayên me yên soran digotin tu xayîn î, çima nivîsên wiha diweşînî. Wan digot Kurmancî, Soranî, Hewramî, Zazakî, Kelhurî yek in û qet cuda nînin. Min got, dema ku wisan e çima wek mînak romanên kurmancî û soranî li hev tên wergerandin, çima besivên xwe ji min re bi Kurmancî nanivîsin, ma yek nînin! Tê de diman! Pirtir devera Mukriyanê Mihabad û derdora wê wisan in. Ligorî wan mixabin Kurdî yanê Soranî û Kurmancî û yên din jî yanê zarave. Ev atmosfêra li vir giran e, li beşa ziman û wêjeya kurdî li Sineyê hemû ders bi soranî ne, li TVya SAHARa kurdî 22 saet Soranî û 2 saet Kurmancî ne. Wergera fermî tenê bi Soranî ye. Hokar û sebeb: Me kar nekiriye û wan mêrikan kar kirine û dikin. Dema dîwarê mirov nizim be her kes ji ser re baz dide. Ma tirk nabêjin kurdî ziman nîne, eger me xwe ji zimanê xwe re qedr bigirtiba, tirkan jî dê ji me re xulamtî bikira.

Wisa dixwiye hevnaskirin û danûstendin di navbera zimannas, nivîskar, rojnamegerên Bakur û Rojhilatê welêt da zêdetir bûye. We serkêşiya tercûmeya bi dehan romanên kurmanciyê kiriye bo farsî û li Tehranê çap kiriye. Herwiha wa bizanim aniha li Rojhilatê li ser Siyahpoş xebat hene herî dawî Dîwana Ceferquliyê Zengelî li Bakurê çap bû. Hewl dihête dayîn pireke edebî pêk were. Di nezera te da em çawa dikarin wê pirê bihêz û mukim bikin?

Erê rast e, danûstandinên çandî, wêjeyî pirr pêwîst in. Tevî ku niha teknolojiyê têkilî hêsan kiriye lê asta pêwendiyên nivîskar, zimannas û çalakvanên çandî gellekî bi dil nîne û divê xurttir be. Îro eger ji çapa berheman pêşwazî nabe, em divê dilsar nebin, divê kar bidome û teqez di pêşerojê de bê-encam namîne.

Ev pire dikare bi lidarxistina civîn, semînar an konferansan, vexwendina her du aliyan, wergerandin û dan wergerandina berheman xurt bibe.

Elî Paksirêşt kî ye?

Elî Paksirêşt di sala 1976an li bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye. Li zankoya Tehranê fransî xwendiye, çend salan li zanîngeha weke mamosteyê ziman û edebiyata fransî kar kiriye, li Navenda Kurdên li Têranê 7 salan dersa Kurmanciyê daye, demekê pêşkêşvanê TVyên kurdî û fransî bûye li Îranê. Bi dehan pirtûkên derbarê ziman û wêjeya kurdî wergerandiye ser kurmanciyê gelek nivîsar jî ser vê mijarê nivîsiye. Ji sala 2018an va bi navê Weşanxaneya Pênivîs weşanxaneyek ava kiriye û kitêbên kurmancî çap dike.

Basnews
Top