• Sunday, 25 August 2024
logo

Niviskar û lêkolînerê Kurd Ehmedê Dirihî wefat kir

Niviskar û lêkolînerê Kurd Ehmedê Dirihî wefat kir
Nivîskar û lêkolîner Ahmet Kasimoglu yê bi navê Ehmedê Dirihî tê naskirin koça dawiyê kir.



Nivîskar, lêkolîner û kedkarê ziman û çanda Kurdî û bi taybetî jî yê zaravayê Kirmançkî(Zazakî), Ehmedê Dirihî ku demeke dirêj bû ji ber nexweşiya giran li nexweşxaneyê dihat dermankirin îro Duşemê (13.05.2019) li mala xwe ya Amedê wefat kir.



Cenazeyê Dirihî bo gundê wî Çikaniya ser bi Çewlîgê ve hat veguhistin.



Ehmedê Dirihî li zankoya beşa endezyariyê xwendiye. Pisporiya wî li ser nebatên Kurdistanê ye.



Ehmedê Dirîhî bi salan li gundên Kurdistanê geriya bû û piştî 14 salan xebat “Ferhenga Navên Nebatan a Kurdî” û çap kiriye.



Di ferhanga wî de navên nebatên Kurdistanê bi 3 zimananên Kurdî, Tirkî û Latînî hatiye nivîsandin.

Rudaw
Top