• Friday, 22 November 2024
logo

Hunermendekî Kurd di nav hunermendên 100 welatan de bû yekem

Hunermendekî Kurd di nav hunermendên 100 welatan de bû yekem
Hunermendê Kurd Elîriza Bavendpûr ê ji Rojhilatê Kurdistanê, di pêşbirka cîhanî ya berhemên huneriyên ji dar de ku li welatê Nemsayê birêve çû, xelata baştirîn peykersaz wergirt.



Elîriza Bavendpûr xelkê Kirmaşanê ye û beşdarî di pêşbirka cîhanî ya hunerên destî yên ji dar de kiribû ku îsal li bajarê Graz a Nemsayê hati lidarxistin.

Li gor nûçeya IRNAyê, Rêveberê Rewşenbîrî, Kulturî û Karên Destî yên Kirmaşanê, Perwane Heyderî ragihandiye: “Di pêşbirkeke navdewletî de li welatê Nemsayê, ku 100 hunermend ji 100 welatên cîhanê têd ebeşdar bûn, hunermend Elîriza Navendpûr karî pileya yekem bi dest bîne.”



Perwane Heyderî gotiye, berhema Elîriza Bavendpûr peykareke nûwaze ya derbarê guhertinên di jîngehê de bûye ku ji aliyê lijneya jûriyê ya pêşbirkê ve weke baştirîn berhema hunerî ya ji dar di sala 2019 de hat hilbijartin.



Heyderî daye xuyakirin, beşeke din a wê pêşbirka cîhanî ya hunermendan, çêkirina berhmeke hunerî ya ji dar ji aliyê her hunermendekê ve li ser giringtirîn cihê tûrîstî yê welatê xwe bûye û di vê beşê de jî Bavendpûr şûnwarê dîrokî yê Taq Bostan a li Kirmaşanê li ser darekê çê kiriye û pêşkêşî Muzexaneya Beethoven kiriye.

Rudaw
Top