• Friday, 22 November 2024
logo

Şehram Nazerî alîkariya mexdûrên lehiyên Îranê dike

Şehram Nazerî alîkariya mexdûrên lehiyên Îranê dike
Hunermendê naskirî yê kurd Şehram Nazerî bo alîkariya mexdûrên lehiyên Xuzistan, Gulistan û Loristanê yên Îranê konsertekê dide.

Hunermend Şehram Nazirî ji medyayê ra aşkere kiriye bo piştgirî û alîkariya xelkê mexdurê lehiyên Loristan, Xuzistan û Gulistan bike wê di 10ê Gulanê li Zanîngeha Senetî Şerîf li paytextê Îranê li Tehranê konsertekê bide.

Barîna barana zêde bû sedema lehiyên tehrîbkar li parêzgahên Loristan, Gulistan û Xuzistanê. Herwiha ji ber wê lehiyê zêdetir ji 70 însan miribûn û bi dehan însan jî ji ber lehiyê wenda bûn. Ligeş zirara giyanî bi milyar dolaran zirareke maddî jî ji ber lehiyê li van parêzgehên Îranê pêk hatibû.

Basnews
Top