• Wednesday, 03 July 2024
logo

Strana Remedan Omerî li ser koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî

Strana Remedan Omerî li ser koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî
Hunermendê Kurd Remedan Omerî li ser Mela Mistefa Barzanî stranek dibêje ku Seydayê Tîrêj helbesta wê nivîsandiye.



Sibe 1 Adarê salvegera koça dawî ya Mela Mistefa Barzanî ye ku ew di sala 1979an de li Washington koça dawî kiribû.



Hunermend Remedan Omerî diyar dike ku ji meha Adarê gelek lome tê kirin, ji ber ku Mela Mistefa Barzanî di vê mehê de koça dawî kir.



Remedan Omerî li ser stranê dibêje: “Seydayê Tîrêj rojek min dît şand dû min û got Remedan min helbestek çêkiriye, li ser çûna Serok, guhdar bike, min lê guhdar kir, bi rastî jî gotinên ku hatine gotin heta sed salî jî dê di guhên miletê de bin, ji bîra miletê naçe.”



Omerî eşkere dike ku dema ew ji kesên ku strana wî ya li ser Mela Mistefa Barzanî gudarî dikin dipirse ku nêrîna wan çi ye li ser stranê, kesên ku guhdarî dikin dibêjin ku "heta sed salî jî em sax bin, ti carî weke vê helbesta ku te gotiye, li ber dilê me şîrîn me nedîtiye.”

Rudaw
Top