• Friday, 26 April 2024
logo

Buldan: Hûn dê ji deshilatê bikevin, lê Kobanî wisa bi asanî nakeve

Gulan Media December 6, 2022 Nûçe
Buldan: Hûn dê ji deshilatê bikevin, lê Kobanî wisa bi asanî nakeve

Li Parlamentoya Tirkiyê di dema gotubêjkirina Pêşniyarnameya Budceya sala 2023ê de Hevseroka HDPê Pervîn Buldan mijarên di rojevê de nirxandin. Buldan got “Hûn dê ji deshilatê bikevin, lê Kobanî wisa bi asanî nakeve.”

Roja 5ê Kanûna 2023an di gotara xwe ya li Parlamentoya Tirkiyê de balkişand ser pirsgirêkên siyasî, civakî û abûrî yên ku niha li wî welatî heyîn.

Herwiha Buldan siyaseta deshilata Tirkiyê ya şer û armanckirina Rojavayê Kurdistanê jî rexne kir û got, yek ji pirsgirêkên bingehîn yên vî welatî pirsa Kurd e û di vê di serî de ev pirs were çareserkirin.

Pervîn Buldan got “armanca we ji oparasyona li ser Bakur û Rojhilahê Surî ew e ku Kurd li wir nebin xwediyê sitatuyeke Demokratîk.”

Hevseroka HDPê Pervin Buldan wiha axivî “Parlementerên hêja; Pirsgirêka Siyasî, Abûrî, Civakî û ya ku çavkaniya hemû kirîzane û pirsgirêkek dîrokî ye pirsa Kurd e. Pirsa Kurd li Tirkiyê bê îstîsna di serdema hemû deshilatan de bûye fitlîneka qezaya hemû deshilatan. Niha em dinêrîn, bi nêzîkbûna hilbijartinan hûn li Surî dîsan li pey macerayan de ne. We nekarî hûn Enflasyonê û Dolar daxin, we got hadê em biçin Surî û Kobanê bixin. Hûn dê ji deshilatê bikevin, lê Kobanî wisa bi asanî nakeve, vê yekê baş bizanin.”

 

Rudaw

Top