• Friday, 19 April 2024
logo

Li Mêrdînê hejmara hoste û kargehên têlkariyê kêm dibine

Gulan Media December 3, 2022 Corane
Li Mêrdînê hejmara hoste û kargehên têlkariyê kêm dibine

Telkarî yan jî xemilandin û neqişandina zîv, yek ji pîşeyên herî kevnar ên karê destî ye li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê. Dîroka vê hûnerê li vê erdnîgariyê vedigere bo 5 hezar sal berê lê ji ber pêşketina teknolojiyê her ku diçe hejmara hoste û kargehên ku li Mêrdînê vî karî dikin kêm dibin.

Aday Gurkan 19 sal in hostayê têlkariyê ye. Li kargeha xwe bi şêwazên nû berhemên cuda çêdike da ku bikare berdewamiyê bi pîşeya xwe bide.

Hostayê Telkariyê Aday Gurkan got, “Ez li ser navê xwe bibêjim, dibe ku em bi sêwirandinên nû bikarin rê li ber vê rawestiyanê bigirin. Ji ber wê jî em şêwazên cuda diceribînin, ji bo ku bala xelkê bikşînin, yan jî ji bo ku ev pîşe li ser piyan bimîne. Bi nêrîna min take çare ev e. Divê em tiştên cuda çêbikin da ku em vê pîşeyê bidin jiyankirin.”

Beşek ji hosteyên mayî jî hewl didin vê pîşeyê fêrî çend kesan bikin, bi hêviya bigihînin nifşên nû. Ev navendeke taybet e ku bi wê armancê li Mêrdînê hatiye vekirin. Leyla Yildan 8 sal in hosteya têlkariyê ye û bi tiliyên xwe zîv dineqişîne. Armanca wê ew e çend kesên wekî xwe li vê navendê pêbigihîne da ku ev kar bi berdewamî li ser vê xakê bimîne.

Hosteya Telkariyê Leyla Yildan anî ziman, “Karekî gelek zehmet e, ji ber ku telkarî karekî bi hurgulî ye. Destpêkê min digot ez nikarim bikim lê piştî ku min dest pê kir, min bi kêf ev kar kir. Ez niha gelekî bi hezkirin vî karî dikim û heta ku ez henaseyê werbigirim, ez dê hewl bidim berdewamiyê bi vê pîşeyê bidim. Lê tenê berdewamkirina vê pîşeyê têr nake û divê em hostayên nû pêbigehînin daku em bigihînin siberojê. Ji bo vê jî çi ji destê me bê em dê bikin.”

Telkarî êdî li Bakurê Kurdistanê bûye semboleke  Mêrdînê. Herkesê  ku bi armanca serdanekê berê xwe bide vî bajarî yekem diyariya ku bi xwe re bibe  piraniya caran dibe berhemê vê pîşeyê.. Lê niha asayok geş bo vê pîşeyê diyar nake, lewra çend sal berê li Mêrdîn û navçeyên wê zêdeyî 45 kargehên telkariyê hebûn, lê niha tenê li 5 kargehan ev karê destî  tê kirin.

Top