• Friday, 26 April 2024
logo

Amerîka: Leşkerên me li Sûriyê ne û piştgiriya HSDê dikin

Gulan Media November 29, 2022 Nûçe
Amerîka: Leşkerên me li Sûriyê ne û piştgiriya HSDê dikin

Dîrektorê Peywendiyên Stratejîk ê Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê, John Kirby derbarê egera operasyona Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê de got: “Leşkerên Amerîkayê li Sûriyê ne û piştevaniya Hêzên Sûriya Demokratîk dikin. Li Sûriyê, Tirkiye yan welatekî din em naxawazin çalakiyeke ku jiyana Amerîkiyan bixe metirsiyê bibînin.”

Piştî teqîna Stenbolê ku 6 kesan canê xwe ji dest dabûn û 81 kes jî birîndar bûbûn, gefên êrîşeke bejahî yên Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê berdewam in. Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan doh 28ê Mijdarê piştî civîna kabîneya hikûmeta xwe got: “Biryara parastina sînorên welatê me bi kembereke ewlehiyê ya bi kûrahiya 30 kîlometre, bi her bûyereke ku diqewime, hinekî din bihêztir dibe. Dema em pêngavên derbarê axa welatê xwe û ewlehiya welatiyên xwe de davêjin, em ji ti kesekî destûrê wernagirin û hesabê jî nadin ti kesekî.”

Dîrektorê Peywendiyên Stratejîk ê Encûmena Ewlekariya Niştimanî ya Amerîkayê, John Kirby doh 28ê Mijdara 2022an li Koşka Spî di civîneke çapemeniyê de derbarê egera operasyona Tirkiyê de bo ser Rojavayê Kurdistanê bersiva pirsên rojnamevanan da.

John Kirby got: “Mafê Tirkiyê heye ku xwe biparêze. Tirkiye rûbirûyê êrîşên terorê bû. Lê bi taybetî di nav Sûriyê de em naxwazin çalakiyeke ku bibe sedema mirinên zêde û mirina kesên bêtawan û zirarê bide têkoşîna me ya li dijî DAIŞê bibînin. Li Sûriyê leşkerên me yên ku li dijî DAIŞê şer dikin hene. Li Sûriyê, Tirkiye yan welatekî din, em naxawazin çalakiyeke ku jiyana Amerîkiyan bixe metirsiyê bibînin. Leşkerên Amerîkayê li Sûriyê ne û piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk dikin.”

Berpirsên Amerîkayê pêştir çend caran ragihandibûn ku dê operasyonên Tirkiyê “zirarê bidin têkoşîna li dijî DAIŞê û jiyana leşkerên Amerîkî bixin metirsiyê.”

Kirby amaje bi şerê li dijî DAIŞê kir û bi gotina hêj jî DAIŞ li Iraq û Sûriyê gefeke ciddî ye, tekez kir ku ew dê di têkoşîna li dijî wê rêxistinê de bi hevkarên xwe yên Sûrî (Kurd) re berdewam bin.

Tirkiyê Roja 20ê Mijdara 2022an operasyoneke bi navê Pence-Şûr bo Ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê da destpêkirin û berdewam gefa operasyoneke bejayî bo ser Rojavayê Kurdistanê û navçeyên di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de dixwe.

 

Rudaw

Top