• Sunday, 28 July 2024
logo

Nivîskareka Rojhilatî canê xwe ji dest da

Gulan Media November 6, 2018 Hunerî
Nivîskareka Rojhilatî canê xwe ji dest da
Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, nivîskarek ji ber nexweşiyê canê xwe ji dest da.

Duh nivîskara Mehabadî ya bi navê Meryem Qazî, ku ev demek dirêj bû nexweş bû, canê xwe ji dest da.

Meryem Qazî, ji bilî nivîskariyê di warê mafên jinan de jî çalak bû û bo parastina mafên jinan gelek çalakiyên bi qîmet pêk anîbû.

Ew nivîskara Mehabadî ji malbata yekemîn serokomarê Kurdistanê Qazî Mihemed bû.

Yek ji pirtûkên navdar yên Meryem Qazî, çîroka bi navê Pirjîn bû ku li ser kîmyabarana Helebcê nivîsîbû.

Meryem Qazî sala 1963 li bajarê Mehabadê ji dayîk bibû.

Basnews
Top