• Sunday, 28 July 2024
logo

Gulşîfte Ferahanî xwe ferî Kurdî dike

Gulan Media October 22, 2018 Hunerî
Gulşîfte Ferahanî xwe ferî Kurdî dike
Bavê aktirîsta navdar a Îranê Gulşîfte Ferahanî, Behzad Ferahanî ragihand ku keça wî heyranê Kurdan e, û niha jî hewl dide ku bi awayekî baş ferî Kurdî bibe.



Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê 10ê Cotmehê bi nimayîşkirina fîlma bi navê Keçên Rojê (Girls of the Sun), ku mijara wê şervanên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê ne, dest pê kir.



Derhênera Fransî Eva Husson derhênariya Keçên Rojê kiriye û aktirîsta navdar a Îranê Gulşîfte Ferahanî bi lehengiya fîlmê, di rola fermandeyeke qehreman de ye, tevî şerkirina li dijî çekdarên DAIŞê, çendîn jinên dîl ên di bin destê DAIŞê de jî azad dike.



Di 3yemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê de Gulşîfte Ferahanî beşdar nebû, lê li şûna wê bavê Behzad Ferahanî amade bû.



Derbarê fîlma Keçên Rojê de Behzad Ferhanî ji Rûdawê re wiha got: “Kesên vş fîlmê temaşe bikin bila baş bizanin ku dema dîmenên vê fîlmê dihatin tomarkirin Kobanî hêj di bin êrişê de bû û bi temamî nehatibû rizgarkirin. Lewma tiştek gelek asayî ye ku di fîlmê de zêde dirûşim hatibin bikaranîn. Fîlm rasteqîn a beşek ji vî gelî ye.”



Ferhanî diyar kir ku kêfa malbata wî gelek li ser Kurdan heye û wiha domand: “Hezkiriya me bo Kurdan wek malbat taybet e. Di nav berhemên min ên hunerî de sê yan çar derbarê Kurdan de ne. Ev hezkiriya derbasî zarokên me jî bûne. Ev jî evîndarê gelê Kurd û Kurdistanê ne. Gelek ji edebiyata Kurdî hez dikin, bi taybetî jî Gulşîfte. Niha hewl dide xwe baş ferî Kurdî bike.



Behzad Ferhanî herwiha da zanîn ku keça wî Gulşîfte Ferahanî gelek dixwest beşdarî Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê bibe lê ji ber xebatên we nekarî beşdar bibe.

Rudaw
Top