• Sunday, 28 July 2024
logo

Yekem roja Festîvala Fîlman a Silêmaniyê bû cihê matmayîna beşdaran

Gulan Media October 12, 2018 Hunerî
Yekem roja Festîvala Fîlman a Silêmaniyê bû cihê matmayîna beşdaran
Roja çarşemê li hola hunerê ya bajarê Silêmaniyê, Sêyemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê bi amadebûna hejmarek ji sînemakarên Kurdistanê û welatên herêm û cîhanê dest pê kir.



Destpêkê sînemakarên mêvan di ser mehfûra sor re derbas bûn û piştre serokê festîvalê û Rêveberê Rewşenbîriya Silêmaniyê gotarên xwe pêşkêş kirin. Muzîk û stran beşeke festîvalê bûn û piştre xelatên rêzgirtinê ji hejmareke beşdaran re hatin dayîn.



Rêvebera Bernameya Çalakiyên Festîvala Fîlman a Silêmaniyê Lîna Reza ji Rûdawê re ragihand: “Evê ku hûn dibînin, di nav 7 rojan de bi hewleke mezin û şerekî mezin hat çêkirin. Ez kêfxweş im, ji ber ku dibînim li gor salên par û pêrar, her çiqas par gelek mêvan hebûn, lê îsal ciyawaziyeke mezin heye û xelk bi coş û xiroşeke mezin beşdarî festîvalê bûne.”



Roja yekem a festîvalê, tenê ji bo rêkxerên çalakiyê cihê balkêşiyê nebû, hunermendên biyanî jî kêfxweş û matmayî bûn, ji ber ku berevajî wê penda Kurdî bû, ku dibêjin sal bi sal xwezî bi par.



Senarîst û derhenerê Îranî Kambuzya Pertowî ku mêvanê festîvalê bû, ji Rûdawê re ragihand: “Destpêkeke baş hebû, ji ber ku bi fîlma Keçên Rojê dest pê kir. Ev fîlm fîlmeke bihêz bû û temaşevan xistin bin bandora xwe. Ez hêvî dikim bi vî awayî berdewam bibe, lê belê êdî em fîlmên şer nebînin, fîlmên baş bibînin û dûrî şer be.”



Beşdareke bi navê Juwan Mihemed jî ji Rûdawê re diyar kir: “Bi nêrîna min di asteke gelek gelek bilind de bû û tiştekî ji Hollywoodê kêmtir nebû. Derbarê fîlma Keçên Rojê jî, divê bibêjim ku derbarê şiyana jinan de bû ku dikarin mil bi mil li gel zilaman şer bikin û tiştekî wan ji zilaman kêmtir nîne. Gelek bandor li min kir.”



Herwiha beşdarekî bi navê Pêşewa Rizgar jî destnîşan kir: “Ji festîvalên derve ti kêmasiya wê tine ye. Ez hêvî dikim ku li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê û li her çar parçeyên Kurdistanê were kirin. Hêvî dikim ku çêkerên fîlmên Kurdî jî zêde bibin.”



Aktorê Kurd Wezîr Xalid ku beşdarî festîvalê bû, ji Rûdawê re eşkere kir: “Li gor du xulên derbasbûyî ciyawaztir, vê carê gelek profesyonel û serkeftî bû. Him ji aliyê kalîteya fîlman û him jî ji aliyê temaşevanan ku li holê amade bûn.”



Di Sêyemîn Festîvala Navdewletî ya Fîlman a Silêmaniyê de 142 fîlm têne nîşandan û 114 fîlm ji bo wergirtina xelatê rikeberiyê dikin. Ji 52 welatên cîhanê fîlmên cur bi cur pêşkêşî festîvalê hatine kirin û 250 mêvanên biyanî beşdarî temaşekirina fîlman û çalakiyan dibin.

Rudaw
Top