• Thursday, 28 March 2024
logo

Serok Barzanî: Her destpêkek dawiya xwe heye

Gulan Media November 4, 2022 Nûçe
Serok Barzanî: Her destpêkek dawiya xwe heye

Di kongreya PDKê de gotarek pêşkêş kir.

Serok Barzanî di kongreya 14an ya PDKê de yaku, li Dihukê hate lidarxistin gotarek pêkêş kir û jiber ku, dîsa ji aliyê beşdarvanên kongreyê ve bo postê Serokê PDKê hat hilbijartin, spasiya wan kir û got: Ji bo vê baweriyê ji dil spasiya we dikim; şerefeke mezin e ku ez di xizmeta we de me lê ez ji dil û can dixwazim ji we re dibêjim ku ez çi bim, ji bo min nav û erkê herî mezin û pîroz Pêşmergetî ye û ez Pêşmerge me.

Ez ne ji wan kesan im ku heta dema ku dimire bixwaze serok yan jî berpirs be. Xwezî li Herêma Kurdistanê û herêmê jîngeh û rewşeke wiha çêbibûya, min di vê kongreyê de destûra we bixwesta. Ji ber ku her destpêkek dawiyeke wê heye. Her kes çiqas mezin û pileya wî çi be, dê rojek were terka we bike. Ez jî mirovekî wek her kesî me. Em bixwazin nexwazin, rojek ku îradeya Xwedê pêk hat, ez ê terka we bikim. Ji ber vê yekê vê asayî werbigirin lê bi hêviya ku di kongreya bê de, eger em zûtir jî bikin, ez ê bikaribim vê emanetê radest bikim, ji ber ku ez naxwazim mirin, min ji we veqetîne. Ez dixwazim berî wê xatir ji we bixwazim. Lê niha ji bo em berdewam bin, PDK berdewam be, ji ber ku hûn wiha dixwazin ez spasiya we dikim û ez ê di xizmeta we de bim.

Hevalno, li cîhanê her mirovek xwedî hin taybetmendiyan e. Ê me jî hin taybetmendiyên me hene. Berî ku bimire, Cenabê Barzanî wesiyet ji min û Kek Îdrîs re kir û got, divê hûn di du bedenan de bibin yek can. Şikir ji Xwedê re me wesiyeta wî pêk anî. Ne wek canek di du bedenan de, ez her tim amade bûm ku xwe bixim şûna Kek Îdrîs û di şûna wî de bim. Qeder ne di destê mirovan de ye, di destê Xwedê de ye, heger di destê min de bûya, min dê xwe di şûna Kek Idrîs de daniya ji bo ku ez biçim û Kek Idrîs bimîne lê ne di destê min de bû. Niha jî weke ku min di gotara xwe de anî ziman, ez pîrozbahiyê li we û hemû alîgir û dilsozên gelê me dikim ku kongreya me wê bibe kongreyeke taybet û di heman demê de sersaxiyê ji wan kesên ku xwe hazir dikirin ji bo PDKê Fatîhayê bixwînin.

Ji bo ku rewş rêkûpêktir bibe û em bikarin bi rêve bibin, ez pêşniyar dikim ku hûn Nêçîrvan ê kurê Kek Idrîs wek cîgirê serokê PDKê bipejirînin.

Ez ji we re serkeftinê dixwazim û em ê kongreyeke taybet pêk bînin.

Top