• Sunday, 28 July 2024
logo

Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter diyar bûn

Gulan Media September 19, 2018 Hunerî
Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê yên Musa Anter diyar bûn
Xwediyên Xelatên Rojnamegeriyê ya Şehîdên Çapemeniya Azad û ya Mûsa Anter hatin diyarkirin.



Xwediyê xelatên pêşbirka 26emîn Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter yên îsal lijneya dayina xelatan navên xwediyên xelatan diyar eşkere kir.



Di beşa nûçeyên kurdî de Nûçegîhanê Rojnameya e-rojname Zeynel Bulut bi nûçeya “Li Ser şopa dîrokê: Gundê Melekê Tawîs Tawîsî” Xelata Jurîya Taybet wergirt. Lê lijneyê tu nûçe hêjayî Xelata nûçeya herî baş a bi zimanê kurdî nedîtine.



Di beşa nûçeyên Tirkî de, ji Rojnameya Karinca Bekîr Avci, bi nûçeya “Ji Antena Çanak ber bi wîrelessan: Li bajarê Kurdan pratika nûçestendinê" hêjayî xelata nûçeya herî baş a bi zimanê tirkî hate dîtin. Xelata jûriyê ya nûçeya herî baş a bi zimanê tirkî, nûçegihanê Arti Gerçekê Rifat Doganî bi nûçeya “Ji bo dosyayên kujer nediyar bişewitînin dişandin SEKAyê (Faili meçhul dosyaları yakılması için SEKA’ya gonderiliyordu)” standiye.



Di beşa wêneyan de jî Fersûde Hayri Tunç û Vedat Arik bi wêneyên di çalakiya Dayikên Şemiyê ya Hefteya 700emîn de kişandin xelata 1emîn wergirtin.



Ozgür Evran û Beşir Gerogluyî xelata karîkatûrên herî baş standiye.



26 car in ku Xelatên Rojnamegerî û Şehîdên Çapemeniyê têne dayin.



Bernameya Xelatên Pêşbirka 26’emîn Rojnamegeriya Şehîtên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter dê îsal di 22ê Îlonê de li Stenbolê 18.00’an de li avahiya Odeya Mîmaran a TMMOBê ya Beyoglu Karakoyê pêk bê.

Rudaw
Top