• Sunday, 28 July 2024
logo

Fîlma kurdî ya “Zagros” xelata “Oskar”a Beljîkayê stand!

Gulan Media September 18, 2018 Hunerî
Fîlma kurdî ya “Zagros” xelata “Oskar”a Beljîkayê stand!
Fîlma derhênerê kurd Sehîm Omer Xelîlfe ya bi navê “Zagros” di festîvala Ostend ya Beljîka de du xelat stand: Xelata baştirîn fîlm û ya baştirîn senaryo.

Fîlma “Zagros”, ku yekemîn fîlma dirêj ya derhênerê kurd Sehîm Omer Xelîfe ye û berhema hevbeş ya Kurdistan û Beljîka ye, di festîvala fîlman ya Ostend ya Beljîkayê de du xelat stand.


Di festîvala Ostend de, ku wek Oskcara Beljîka jî tê nasîn, fîma Zagros xelata baştirîn fîlm û ya baştirîn senaryo stand.

Fîlma Zagros, Mijdara par jî li Beljîkayê xelata Grand Prix û zivistana îsal jî li Fransa xelata baştirîn fîlm ya festîvala Annonay standibû.

Di fîlmê de aktorekî Bakûrî bi navê Feyyaz Dûman rola serekî dilîze, hunermend Birader jî di fîlmê de dilîze.Fîlm behsa jiyana şivanekî kurd bi navê Zagros dike.

Basnews
Top