Keç û xortên Kurd di klîpa Samî Yûsif de def dijenin
![Keç û xortên Kurd di klîpa Samî Yûsif de def dijenin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/396833Image1.jpg )
Samî Yûsif sirûda xwe ya bi navê "Xwedayê me tu çi qas dadperwer î" bi boneya cejna Qurbanê belav kir, ku wî bi xwe ew sirûd nivîsandiye.
Keç û xortên Kurd jî di klîpa nû ya Samî Yûsif de bi cilûbergên Kurdî, li gel Samî Yûsif def dijenin.
Samî Yûsif yek ji wan kesan e ku muzîk, ziman û çanda Kurdî hez dike. Berî niha jî sirûdeke din a îslamî ya bi navê Şahê Medîneyê li ser pêxemberê Îslamê Hezretî Muhemed bi zimanê Kurdî xwendibû.
Samî Yûsif yek ji stranbêjên herî navdar e ku bi rêya sirûdên olî pesnê ola Îslamê dide. Yûsif bi eslê xwe Azerî ye, lê belê li welatê Brîtanyayê mezin bûye û şarezayê jenîna çendîn amûrên muzîkê ye. Heta niha li seranserê cîhanê 36 milyon albûmên wî hatine firotin.
Rudaw