• Friday, 05 July 2024
logo

Derhênerê Kurd çîrokên rastîn ên civakê digihîne cîhanê

Derhênerê Kurd çîrokên rastîn ên civakê digihîne cîhanê
Derhêner Kurd Mustafa Uluç ku belgefîlmên wî di gelek pêşbirkên li ser asta Tirkiyê û navneteweyî de xelat girtine hewl dide çîrokên rastîn ên civakê bigihîne cîhanê.



Mustafa Uluç derhênerekî Kurd e û xelkê bajarê Mêrdîna bakurê Kurdistanê ye û beşa radyo û televîzyon û sînemayê li Zanîngeha Erciyes a Tirkiyê qedandiye. Derhênerê Kurd çend xelat li ser astê Tirkiye û navdewletî jî wergirtine û bi rêya wan kurtefilm û belgefîlmên ku tomar dike, behsa çîrok û pirsgirêkên civakî dike ku heta niha kar li ser wan nehatiye kirin.



Uluç dema zarok bûye fîlmên karton temaşe kiriye û xwestiye ku bibe derhêner. Piştî ku di Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Erciyesê beşa Radyo Televîzyon û Sînemayê qezenc kiriye bi hevalên xwe re kurtefîlman kişandiye û di gelek pêşbirkên neteweyî û navneteweyî de xelat girtine.



Belgefîlma wî ya bi navê "Bûkên Aliyên Sînor ê Din" ya 18 xuelekî ya ku behsa bûkên ji Sûriyeyê hatine û li Mêrdîn û Cizîrê dijîn dike li Almanya, Fransa û Polonyayê xelat girt. Heman belgefîlmê di Pêşbirka Belgefîlmên TRTyê ya 2013an de jî xelat stend.



Piştî van xelatan Uluç belgefîlma bi navê "Lat" a ku behsa gundiyên Êlihê yên di şikeftan de dijîn dike, belgefîlma bi navê "Bargiran" a behsa zarokên ji Rihayê yên hemal in dike û belgefîlma bi navê "Milyaketên Bêwar" a behsa welatiyên Sûriyê yên li Herana navçeya Rihayê dijîn dike, tomar kir.



Bi alîkariya mamosteyên Zanîngeha Heranê atolyeyek fîlman vekir û dersê dide xwendekarên meraqa wan li ser sînemayê heye.



Armanca Uluç ew e ku çîrokên rastîn ên civakê bi rêya sînemayê bigihîne dinyayê.



Mustafa Uluç behsa jiyan, xebat û belgefîlmên xwe kir û got hin caran malbat naxwazin, lê ew bizehmetî wan qanî dike, tişta herî zehmet jî budçe ye.



Uluç got xelatên ku li Almanya, Fransa, Îran, Iraq, Komara Çek û Polonyayê hildane ew motîve kiriye û wiha axivî: "Xeyala min a herî mezin çêkirina fîlmeke metraja wê dirêj e. Lê dema ez vê bikim naxwazim ew ticarî be. Gelek fîlmên em niha li Tirkiyeyê temaşe dikin nirxên Rojavayê dişopînin û pêşkeşî temaşevanan tên kirin. Armanca min a tekane ew e ku ez fîlmeke metraja wê dirêj a ku behsa nirxên me dike bikşînim. Ez gelek derhênerên hoste dişopînim wek Nurî Bilge Ceylan, Dervîş Zaîm, Yilmaz Erdogan.”



Ji bo sektora kurtefîlman jî Uluç got rêvebir divê xwedî van hevalan derkevin ku ew bikaribin di dahatûyê de karên baştir bikin.

Rudaw
Top