• Friday, 05 July 2024
logo

Perwer di heyama 42 salan de du caran bavê xwe dîtiye

Perwer di heyama 42 salan de du caran bavê xwe dîtiye
Hunermedê navdar ê Kurd Şivan Perwer bi piştevaniya bavê xwe dest bi hunera xwe kiriye lê wî ji ber nasnameya xwe ya siyasî û niştîmanîperwer nikarî li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê beşdarî taziya bavê xwe Yûnis Aygun bibe.



Rroja 19-07-2018an bavê Şivan Perwer, Yunus Aygun di temenê xwe yê 105 salî de li navçeya Wêranşarê ya Bakurê Kurdistanê koça dawî kir û li wir hat veşartin.



Şivan Perwer nekarî li Wêraşarê beşdarî taziya bavê xwe bibe lê Perwer boneya koça dawîn a bavê xwe roja Îne (27.07.2018) Înê li hola merasîmên ayînî ya Pîrmama Hewlêrê serxweşî qebûl kirin.



Perwer ji Rûdawê re wiha got: “Careke mamoste ji min re got wê sonda tirkî bixwine ku dibêje `Ez tirk im, ez rast im, ez mezin im, ez beadle cîhanê me, ez serbilind im…` Lê çi kir çi nekir min ew ji zarokan re nexwend. Wî jî gelek li min xist. Paşê bavê min aciz bû û çû dibistanê û ji mamoste re got, te çima li kurê min daye heta vê gavê min lênedaye. Herwih kurê min tiştek xirab jî nekiriye. Mamoste ji bavê min re dibêje tirkî biaxive lê ew dibêje ez tirkî nizanim tu bi min re Kurdî biaxive.”



Şivan Perwer bi profesyonelî 1975ê dest bi hunermendiyê kiriye, li gor bûyerên li cîhanê hatin guhartin her sal berhem afirandine, bi klasîkên gelêrî mijûl bûye, di vî bergehî de ji gelek hunermendan bûye mînak.



Perwer di 21 saliya xwe de neçar dibe û ji welat derdikeve û berê xwe dide xeribiyê û sala 1976î li Almanyayê bicih dibe. Perwer piştî ku koçberê Almanyayê dibe di navbera 42 salan de tenê du caran bavê xwe dibîne.



Derbarê bavê xwe de Perwer wiha got: “Hebûna bavê min heta vê gavê jî bo min rihetiyek bû, di nav malbata me de aştiyane bû û rêza wî digirtin. Bavê min her tim digot ez serbilind im ku min kurek wek te heye û tiştên ku me nedikarî bikin te kir.”



Hunermendê Kurd niha 63 salî ye zêdetirî 25 albûman derxistiye.

Rudaw
Top