• Friday, 26 April 2024
logo

Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî daxwaz dike sînorek bo destdirêjiyan were danîn

Gulan Media September 30, 2022 Nûçe
Mesrûr Barzanî ji Hikûmeta Iraqê û civaka navdewletî daxwaz dike sînorek bo destdirêjiyan were danîn

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî beşdarî ahenga derçûna xwendekarên Zanîngeha Selahedîn a li Hewlêrê bû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de diyar kir, roleke berçav a Zanîngeha Selahedîn di avendankirina welat de heye û got: “Zanîngeha Selahedîn bingeh û çavkaniya gelek zanîngehên Kurdistanê bûye û Serok Barzanî di salên dijwar de piştgiriya taybet li zanîngehan kiriye.”

Mesrûr Barzanî eşkere kir: “Hikûmeta Herêmê bi hemû hêz û şiyana xwe hewl dide, zanîngehên me ku pêwîstiya wan bi pêşvebirin û pêşketina zêdetir heye, ji bo wan dabîn bike, da ku bikarin ligel zanîngehên navçe û cîhanê pêşbirkiyê bikin û di asta pêşketina zanistî û teknolojiya vê serdemê de bin.”

Herwiha diyar kir: “Em li Hikûmeta Herêmê hemû hewlekê dikin ji bo alîkarî û çaksaziya warê perwerdehî û xwendin û perwerdehiya bilind û zanîngehên Kurdistanê, da ku zanîngeh tenê cihê dayîna bawername û kargeha berhemanîna mirovên xwedî bawername nebin, bibin dezgeh û navendeke girîng a dahênan û pêşketin û guherînê di civakê de, da ku bikarin nifşekî hişyar û niştimanperwer û mirovdost û jîngehparêz perwerde bikin.”

Di beşeke din a axaftina xwe de Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Bi hincetên cuda cuda û bê behane êrîşî welatê me tê kirin û serweriya welatê me tê binpêkirin û mafên me yên destûrî tên binpêkirin, em bersiva van cûre helwestan bi wê yekê bidin ku em xwe û welatê xwe bihêz bikin, da ku hûn zêdetir bikarin bi zanist û heskirina welat û lêborînê bihêztir bikin, welatê me dê bihêztir bibe û em ê bikarin rûbirûyî hemû wan astengiyan bibin ku têne ser rêya me.”

Herwiha diyar kir: “Ew êrîşên ku bi ser axa me de têne kirin, ti kêşeyekê çareser nakin, em gelekî aştîxwaz in, em naxwazin kêşe ji bo ti welatekî cîran dirust bikin, peyama me peyama aştî û azadî û rêzgirtin e li yek li ser bingeha rêza li hember.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî da zanîn: “Em dixwazin welatê xwe pêş bixin û bijîn, ewên ku alîkariya me dikin, em spasiya wan dikin, ewên ku naxwazin alîkariya me bikin, bila astengî li ser rêya dirust nekin, çimkî me biryar daye ku em bijîn û pêş bikevin û welatê xwe avedan bikin û neviyên xwe bi çekê zanistê bihêz bikin û ber bi asoyeke geştir gav biavêjin.”

Di dawiya gotara xwe de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Em hemû wan êrîş û destdirêjiyên ku bi ser me de têne kirin, şermezar dikin. Em ji Hikûmeta Federal a Iraqê û civaka navdewletî daxwaz dikin, sînorekî ji bo van êrîş û destdirêjiyan deynin.”

 

Basnews

Top