• Friday, 26 April 2024
logo

Meral Akşener: Silav li jinên ku li Îranê ji bo azadiya xwe daketine kolanan

Gulan Media September 26, 2022 Nûçe
Meral Akşener: Silav li jinên ku li Îranê ji bo azadiya xwe daketine kolanan

Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener piştgiriya xwepêşandanên li Îranê kir û got, “Silavên ji dil li jinên ku li Îranê ji bo azadiya xwe daketine kolanan û zext li wan tê kirin, dikim.”

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, xwepêşandanên ku piştî mirina biguman a keça Kurd Jîna Emînî dest pê kirine di roja 10emîn de berdewam in.

Meral Akşener li ser hesabê xwe yê Twitterê bêyî ku navê Jîna Emînî bide piştgiriya xwepêşandanan kir û got, “Silavên ji dil li jinên ku li Îranê ji bo azadiya xwe daketin kolanan û zext li wan tê kirin, dikim. Ez bang li rêveberiya Îranê dikim, bila guhê xwe bidin dengê jinan ku daxwaza jiyaneke bi rûmet dikin û bilez reformên hêjayî rûmeta mirovî bikin.”

Akşener her wiha dibêje, mafê herî bingehîn û pîroz ê jinan e ku jiyaneke aram û bextewar bijîn, bi azadî hilbijêrin û bêyî destwerdan bikaribin bijîn.

Meral Akşener anî ziman, “Mixabin, serdema me ber bi wê ve tê kişandin ku bextewariya xelkê bi her cure stemkarî û biryarên bêhiş ji bo rewakirin û domandina desthilatdariya sultan û heramzadeyên ji destê wan tê girtin.”

Jîna Emînî ya 22 salî û xelka Seqizê êvara roja Sêşema 13ê Îlona 2022an li stasyona Heqanî ya metroya Îranê ji aliyê Polîsê Exlaqê yê Tehranê ve bi hinceta pabendnebûna bi hicaba Îslamî hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeheke polîsan li cadeya Wezîran a Tehranê hatibû şandin.

Roja 16ê Îlonê piştî ku sê rojan li Nexweşxaneya Kesra ya Tehranê ma û di demekê de ku di komayê de bû, Jîna Emînî canê xwe ji dest da.

Cenazeyê Jîna Emînî di 17ê îlonê de li welatê wê Seqizê hatibû veşartin. Piştî merasîma cenaze li Tehran û bajarên Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanan dest pê kiribû.

 

 

Rudaw

Top