• Saturday, 27 April 2024
logo

Rêbaz Hemlan: Serok Barzanî peyam, xewn û armancên gelê Kurd gihand hemû cîhanê

Gulan Media September 25, 2022 Nûçe
Rêbaz Hemlan: Serok Barzanî peyam, xewn û armancên gelê Kurd gihand hemû cîhanê

Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Rêbaz Hemlan ragihand, Serok Barzanî peyam, xewn û armancên şoreş û têkoşîna gelê Kurd gihand hemû cîhanê.

Rêzbaz Hemlan bi boneya salvegera referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, li hejmara xwe tora civakî “Facebook” belav kir, “Roya referandumê ti carî naçe ava.”

Hemlan tekez kir: “Referandum encama têkoşîn û xwîna şehîdan û Pêşmergeyên ku hertim li qada şer in. Referandûm bi serokatî û pêşmergeyekî ku xem û dîroka miletekî anî malên xwe hat birêvebirin.”

Her wiha got: “Serok Mesûd Barzanî di referandumê de erkê xwe yê niştimanî bi cih anî, peyam, xewn û armancên şoreş û têkoşîna gelê Kurd gihand hemû cîhanê.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir: “Roj dê were ku referandum bibe çarenivîsa miletê me, bibe bersivek ji dijberên wî re û şanaziyeke mezin ji bo alîgirên wî û dibe roja karnavala neteweyî bo nifşên paşerojê.”

 

K24

Top