• Friday, 05 July 2024
logo

Mala helbestvanê Iraqî Mihemed Mehdî Cewahirî bû muzexan e

Mala helbestvanê Iraqî Mihemed Mehdî Cewahirî bû muzexan e
Emîndariya Giştî ya Bexdayê ragehand ku, dest bi projeya veguheztina mala helbestvanê Iraqî yê navdar Mihemed Mehdî Cewahirî bo muzexan e kirine.

Di daxuyaniya Emîndariya Giştî ya Bexdayê de hat ku, dest bi projeya veguheztina mala helbestvanê Iraqî Mihemed Mehdî Cewahirî li taxa Qadisiyê wek Muzexane û navendeke rewşenbîrî kirine.

Herwiha Emîndariya Giştî ya Bexdayê da zanîn ku, derbarê vê projeyê pêwendî bi kurê helbestvan Mihemed Mehdî Cewahirî Kifah û neviya wî Ban Ferat re kirine daku, hemû pêdawistiyên projeyê bêne dabîn kirin.

Di heman demê demê de emîndariya giştî tekez kir ku, wan xaniyê helbestvanî ji malbata wî wergirtine daku, bibe muzexane û navendeke rewşenbîrî.

Biryare di wê muzexaneyê de pirtûk, dîwan, wêne û hejmarek kelûpelên helbestvan Mihemed Mehdî Cewahirî bêne pêşandan.

Basnews
Top