Hunermendên Rojhilatî li Riwandizê şanoya ser cadeyan lîstin
![Hunermendên Rojhilatî li Riwandizê şanoya ser cadeyan lîstin](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/ba55cd415acd8c12d9c094ae6fa2892f_L.jpg )
Ev çend roj in koma şanoyê ya Anahît ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê ye. Koma Anahîta, şanoya ser cadeyan dilîze û dixwaze li nav kolan û cadeyên gelek bajar û bajarokên Başûr şano bilîze.
Koma hana yekemîn çalakiya xwe li bajarokê Riwandizê li dar xist. Endamên komê li nav bazarê û li ber çavên bi dehan welatî şano lîstin û rastî eleqeyek mezin hatin.
Navenda Rewşenbîrî ya Riwandizê alîkariya koma Anahîta dike.
Basnews