• Friday, 22 November 2024
logo

Jina helbestvana kurd li Silêmaniyê koça dawî kir!

Jina helbestvana kurd li Silêmaniyê koça dawî kir!
Jina helbestvan Kejal Îbrahîm Xidir ku rûniştvana Silêmaniyê bû şeva borî 23.04.2018ê li nexwaşxaneyê koça dawî kir.

Hevjînê wê helbestvana kurd Rêbuwar nûçeya koça dawî ya Kejal Îbrahîm Xidir piştrast kir û ji BasNewsê re ragehand: ‘’Şeva borî ji nişkawa tenduristiya wê têkçû û berî em bigehînin nexwaşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Sedem jî krîza mêjî derbaskir.’’

Kejal Îbrahîm Xidir ku yek ji helbestvan û wergêra nasyar a herêma Kurdistanê bû, xwedî bi dehan berhemên helbestên kurdî, erebî û helbestên wê ji zimanên erebî, rûsî, îspanyayî û Îngîlîzî hatine vegerandin.

Kejal Îbrahîm Xidir sala 1968 ji dayîk bûyê Qeladizê ye û bi dehan festîvalên navxweyî û navnetewî yên helbestî de beşdarî kiriye û zêdetirî 38 xelatên rêz li welatên ereb bidest xistiye.

Herwaha xwediyê bi dehan helbestên xweşik û pir hêjaye û di wan salên dawî de gelek berhem pêşkeşî xwandevanên xwe kiriye.

Basnews
Top