• Friday, 26 April 2024
logo

Li Yemenê 77 kes canê xwe ji dest dane

Gulan Media August 13, 2022 Nûçe
Li Yemenê 77 kes canê xwe ji dest dane

Jiber lehî û baran barînê canê xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyeke nuneratiya Netewên Yekgirtî ya li Yemenê, rewşa Yemenê jiber şer û pevçûnan gelek aloze û xelkê vê welatî pêdiviya wan ya bilez bi hevkariyên însanî û madî heye.

Nuneratiya NY herwiha eşkere kiriye ku, rixmî rewşa aloz ya Yemenê, ev du hefteye li vê welatî baranên bixor dibarin û di encam de jî lehiyên mezin radibin.

NY eşkere kiriye ku jiber wan lehiyan di nava du hefteyên derbasbûyî de herî kêm 77 kes canê xwe ji dest dane û gelek xaniyên welatiyan jî jiber lehiyan ji nav çûne û niha xelkê Yemenê di her warî de pêdiviya xwe bi hevkariyên lezgîn heye.

Top